Mesrûr Barzani: Divê hikûmeta Îraqê xizmên Enfalkiriyan qerebû bike

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Enfal Rejîma Beasê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani di salvegera 38an a Enfalê de ragihand ku divê hikûmeta Îraqê berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî bi cih bîne.

Mesrûr Barzani tekez kir ku divê bi şêweyekî hêja qerebûya malbat û xizmên wan şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê were kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke peyama xwe de bi pêwîst dizane ku ev jenosîd û komkujiyên li dijî Kurdistanê hatine kirin, her tim di bîra gelê Kurd de bimînin.

Mesrûr Barzanî diyar dike ku divê nifşên paşerojê jî zanibin ku destkeftên niha bi hêsanî bi dest neketine û tı kesî xêr bi wan nekiriye.

Serokwezir Mesrğr Barzani destnîşan dike ku ev destkeft berhema têkoşîn û xwîna hezaran şehîdên serbilind ên Kurdistanê ne.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wisa ye:

“Operasyonên bi nav û deng ên Enfalê, wekî yek ji hovtirîn operasyonên paqijiya nijadî û jenosîdê bûn ku di pêşerojê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatin encamdan. Ev tawan bû sedema bêserûşûnkirin û şehîdkirina hezaran xelkê bêsûc ê Kurdistanê û xapûrkirina hezaran gund û dêhatên Kurdistanê.

Ev jenosîd û komkujiyên ku li beramberî xelkê Kurdistanê hatine kirin, pêwîst e her tim di bîra me de bimînin.

Nifşên me divê zanibin ku destkeftên me yên niha bi hêsanî bi dest neketine.

Ti kesî xêr bi me nekiriye, belkî ev destkeft berhema têkoşîn û xwîna bi hezaran şehîdên serbilind ên Kurdistanê ne.

Em di vê bîranînê de tekez dikin ku divê hikûmeta Îraqê berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî bi cih bîne.

Bexda divê bi şêweyekî hêja qerebûya malbat û xizmên wan şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê bike.

Ez di salvegera 38an a Enfalê de silavan li giyanê pak ê Enfalkiriyan û hemû şehîdên Kurdistanê dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst