Hewlêr (Rûdaw) - Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ragihand, Komara Îslamî ya Îranê bi dronên bombebarkirî êrişî kampeke wan a li Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê kiriye.
Komeleya Zehmetkêşan da zanîn ku di encama êrişê de sê Pêşmerge birîndar bûne.
Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li ser êrişa bi dronê daxuyaniyek belav kir.
Komeleya Zehmetkêşan got, "Mixabin di encama vê êrişê de 3 Pêşmerge birîndar bûn û rewşa tenduristiyê ya yekî ji wan giran e."
Berî vê daxuyaniyê, Berpirsê Pêwendiyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Huseyîn Penahî ji Rûdawê re ragihandibû:
"Vê êvarê bi dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li ser qezaya Dokanê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin."
Emced Huseyîn Penahî gotibû, "Di encama êrişê de sê kes birîndar bûn.
Birîna du ji wan giran e û ew ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin."
Kampa Sûrdaşê, kampa hevpar a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ye.
Êrişî Kampa Azadî jî hat kirin
Her îro Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Navenda Pêşmerge ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-I) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand:
"Êvara îro bi dronekê êrişî Kampa Azadî ya li Koyeyê hat kirin."
Li gorî gotina Kawe Behramî, "Di êrişê de ziyanên canî çênebûn, tenê ziyanên madî çêbûn."
Li Soranê dron hatin xistin
Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb jî îro ji Rûdawê re got:
"Vê êvarê du dron di ser asmanê îdareya me re derbas bûn."
Li gorî gotina Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê, dron li ser qezaya Xelîfanê hatine xistin.
Dije-Terora Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand, demjimêr 17:04an du dronên bombebarkirî yên ku ji axa Îranê ve ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê balafirên şer ên Koalîsyonê ve hatin xistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse