Serok Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Çarşema Sor Kurdên Êzidî Sersala Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî Sersala Kurdên Êzid pîroz kir û ragihand ku Êzidî beşeke resen a gelê Kurdistanê ne.

Serok Barzanî her wiha piştgiriya xwe ya tam ji bo daxwazên wan ducare kir.

Serok Mesûd Barzanî ji ber Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî pîrozbahiyên xwe yên herî germ li Êzidiyên li Kurdistan û cîhanê kir û hêviya bextewarî û kêfxweşiyê ji wan re xwest.

"Piştgiriya daxwazên Êzidiyan dikin"

Di peyama xwe de, Serok Barzanî bal kişand ser pêgeha Êzidiyan û got, "Xwişk û birayên me yên Êzidî beşeke resen a gelê Kurdistanê ne."

Serok Barzanî her wiha da zanîn ku ew her tim li gel êş û azarên wan e û wiha pê de çû:

"Di vê helkeftê de ez tekez dikim ku em li gel êş û azarên we ne û bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin daxwazên xwişk û birayên me yên Êzidî."

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî hêvî xwest ku hemû cejn û helkeftên wan bi şahî û aramiyê derbas bibin û her tim di nav xweşî û xêrê de bin.

Cejna Sersala Êzidiyan ku wekî "Çarşema Sor" tê naskirin, yek ji cejnên herî kevnar û pîroz ên ola Êzidiyan e û salane di yekem Çarşema meha Nîsanê de (li gorî salnameya rojhilatî) tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst