Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ragihand, yek ji sê Pêşmergeyên ku îro di êrişa bi dronan a li ser Kampa Sûrdaşê de birîndar bibûn, ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husên Penahî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Emced Husên Penahî got, "Kêliyek berê yek ji Pêşmergeyên me yên birîndar a bi navê Xezal Mewlan ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket."
Rewşa du birîndarên din baş e
Emced Husên Penahî li ser rewşa birîndarên din ên heman êrişê got:
"Du birîndarên me yên din mane û rewşa tenduristiya wan cîgir e."
Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê jî îşev daxuyaniyek belav kir û tê de got:
"Hevala me Xezal Mewlan Çeperabad, Pêşmergeya Komeleyê, şehîd ket.
Hevala me Xezal a ku îro ji ber êrişa bi dronan a Komara Îslamî birîndar bibû, piştî ku gihîşt nexweşxaneyê, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdên Komele û Kurdistanê bû."
"Dilekî tijî hêvî sekinî"
Xezal Mewlan ji bajarê Mehabadê ye.
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê diyar kir, "Wê wekî bi hezaran keçên şoreşger ên Kurdistanê, ji bo têkoşîn û xebata li dijî her cure cudakariyê refên Komeleyê hilbijart.
Îro dilekî tijî hêvî bi destê sûcdarên Komara Îslamî ya Îranê sekinî lê bêguman moral û vîna keç û xortên Kurdistanê ya ji bo azadî û serxwebûnê didome."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin "Ev êrişa terorîstî, delîleke din a pîşeya dijmirovahî û dijazadî ya Komara Îslamî ya Îranê ye; rejîmeke ku ji bo parastina desthilata xwe, ji bo kuştin û çewisandina xelkê têkoşer ti sînoran nas nake.
Em sersaxiyê li malbata hevala xwe Xezal, hemû hevalên wê û xelkê têkoşer ê Kurdistanê dikin."
Ev di demekê de ye ku piştî nîvroya îro droneke bombebarkirî kampa li Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê kiribû hedef ku ew der cihê niştecihbûna Pêşmerge û malbatên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ye.
Di heman rojê de li Koyê û Xelîfanê jî êriş hatin kirin
Her îro Endamê Desteya Rêveber û Berpirsê Navenda Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawa Behramî ji Rûdawê re ragihand: "Îro êvarî bi dronekê êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyê hat kirin."
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb jî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Îro du dron li sînorê qezaya Xelîfanê hatin xistin."
Dîjeterora Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de belav kir, saet 17:04ê êvarî, du dronên bombekirî yên ku ji axa Îranê ve ber bi Hewlêrê ve hatibûn arastekirin, ji aliyê firokeyên şer ve hatin têkşikandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse