Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik ji Rûdawê re ragihand ku wî pêşniyaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kiriye û tê de daxwaz kiriye ku komkujiya Enfalê ya li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê wekî komkujî bê naskirin.
Sakik kopiyeke pêşniyaznameyê jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand.
Sirri Sakik di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê ya îro de gotarek pêşkêş kir.
Sakik komkujiya Enfalê ya ji aliyê rejîma Beasê ve li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê hatibû kirin, bi bîr anî.
Sirri Sakik got, "Em Kurd di van 100 salên borî de li her çar parçeyan di nav salên tal û dijwar re derbas bûn.
Tam 38 sal berê li Başûrê Kurdistanê, di nava sê salan de 200 hezar Kurd ji aliyê Sedamê kujer ve hatin kuştin."
"Divê ev parlamen komkujiyê bibîne"
Sakik ji Rûdawê re got, "Me hewleke cidî daye destpêkirin da ku dewleta Tirkiyeyê Enfala Sedam Hisên wekî komkujî nas bike."
Parlamenterê DEM Partiyê di gotara xwe ya li parlamentoyê de wiha axivî:
"Parlamentoya Tirkiyeyê çawa ku komkujiyên li Bosnayê wekî komkujî nas dike û rewşa Filistînê çawa dibîne, min jî doh pêşniyaznameyek amade kir û pêşkêşî vê parlamentoyê kir.
Pêwîst e ev parlamento wê komkujiya ku li hemberî birayên me hatiye kirin jî wekî komkujî bibîne."
Ev hewla parlamenterê DEM Partiyê di demekê de ye ku pêvajoya çareseriyê di rojevê de ye û DEM Partî jî yek ji aliyên sereke û xwedîbandor ê vê pêvajoyê ye.
Sirri Sakik li ser vê mijarê got, "Eger em bi hev re û bi biratî bijîn, divê xema Kurdan bibe xema vê parlamentoyê jî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse