Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Nûredîn Ehmed ragihand ku di demeke nêzîk de dê zêdetirî 200 girtiyên HSDyê ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve werin berdan.
Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re diyar kir ku doh 34 girtî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatine berdan.
Wî da zanîn ku biryar e di demeke nêzîk de zêdetirî 200 girtiyên din jî ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve bên berdan.
Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku xebatên ji bo girtina vê dosyayê didomin û dê di demeke kurt de bi encam bibin.
Lêkolîna li ser kesên winda
Nûredîn Ehmed li ser kesên winda jî axivî.
Wî ji Rûdawê re got ku dê ji bo şopandina vê mijarê çend komîte werin avakirin.
Ev komîte dê ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên winda bixebitin.
Zindanên di destê HSDyê de
Parêzgarê Hisîçayê her wiha li ser mijara girtîgehên di destê HSDyê de jî got:
"Zindan nayên radestkirin. Lê ew dê bi birêveberiyeke nû ya îdarî werin birêvebirin.
Ev rêveberî dê ji karmendên Rêveberiya Xweser û karmendên Wezareta Karên Navxwe pêk bê."
Li gorî gotina wî, ev yek li ser bingeha mekanîzmaya bicihkirina peymana 29ê Kanûna Paşînê tê kirin û ev pergal dê li hemû sazî û navendên din ên parêzgehê jî were bicihkirin.
Efserên HSDyê li Şamê ne
Parêzgarê Hisîçayê her wiha eşkere kir ku niha gelek efserên HSDyê li Şamê ne û ew li wir beşdarî perwerdeya efseriyê dibin.
Piştî bidawîbûna perwerdeyê, ew dê vegerin herêmên xwe.
Wî li ser mijara lîwayên HSDyê jî got, "Her lîwayeke HSDyê dê ji 1300 şervanan pêk bê. Ev yek li gorî pergala nav Artêşa Sûriyeyê ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse