کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serok Mesûd Barzanî\ Wêne: Arşîv

Serok Mesûd Barzanî\ Wêne: Arşîv

Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî: Enfal di dilê xelkê Kurdistanê de birîneke kûr e

RÛDAW

RÛDAW

14-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW14-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera 38an a karesata Enfalê de peyamek belav kir. 

Serok Mesûd diyar dike ku Enfal birîneke kûr e di dilê hemû xelkê Kurdistanê de û yek ji mezintirîn tawanên sîstematîk e ku ji aliyê desthilatdarên berê yên Îraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Serok Barzanî destnîşan dike ku di encama wê kiryara nemirovî de, 182 hezar welatiyên Kurd tenê ji ber Kurdbûna xwe hatin şehîdkirin û windakirin.

Serok Mesûd Barzanî her wiha kîmyabaran, tahrîb, derxistina bi zorê, guhertina demografîk û wêrankirina gundan wekî beşek ji hewldana ji bo têkdana bingehên jiyanê li Kurdistanê bi nav kir.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wisa ye:

“Enfal birîneke kûr e di dilê hemû xelkê Kurdistanê de. Ew yek ji mezintirîn tawanan e ku ji aliyê desthilatdarên berê yên Îraqê ve bi şêweyekî sîstematîk û armancdar li dijî gelê Kurdistanê hat pêkanîn.

Di encama wê kiryara nemirovî de, 182 hezar welatiyên Kurd bêyî ku ti tawanan bikin û tenê ji ber Kurdbûna xwe hatin windakirin û şehîdkirin.

Her wiha kîmyabaran, guhertina demografiyê, derxistina bi zorê, wêrankirin bi hezaran gundan û hewldana ji bo têkdana hemû bingehên jiyanê li Kurdistanê, beşeke din a wan tawanan bû ku hikûmeta berê ya Îraqê li dijî gelê Kurdistanê encam dabû.

Enfal zilmeke gelekî mezin bû, di heman demê de ji bo nifşên niha û paşerojê  waneyeke girîng e ku nabe di bin tu şert û mercan de were piştguhkirin.

Pêwîst e, di asta navneteweyî de ev tawan wekî jenosîd were naskirin û di asta Îraqê de jî ew bawerî hebe ku ev tawan li beramberî gelê Kurdistanê ti carî ducare nabin.

Her wiha erkê ser milê dewleta Îraqê ye ku qerebûya Enfalê û wê jenosîda ku li dijî miletê me hatiye kirin, bike.

Di salvegera 38an a karesata Enfalê de, em bi hezaran silavan ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û em hevparê xem û êşa malbat û xizmên serbilind ên Enfalkiriyan in.”

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên