Li Siwêregê êrişa çekdarî ya li ser dibistanekê: Kuştî û birîndar hene

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Riha Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarekî bi tivinga pompeyî bi ser lîseyekê de girt û gule berdan derdorê.

 Di encama êrişê de mamoste û xwendekar jî di nav de 16t kes birîndar bûn.

Bûyer li Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê ya Ahmet Koyuncu rû da. Li gorî agahiyan, xwendekarekî bi tivingê ketiye hundirê dibistanê û bi awayekî ketûber gule berdan derdorê.

Li gorî şahidên bûyerê, êrişkar ji nişka ve dest bi gulebarankirinê kiriye.

Di wê kêliyê de panîkeke mezin çêbûye û mamoste û xwendekar hewl dane ji polan birevin û xwe rizgar bikin.

Piştî bûyerê gelek polîs û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê

Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Di dema êrişê de hêzên ewlehiyê jî gihîştin cihê bûyerê û xwendekar demekê di nav dibistanê de asê man.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şıldak serdana cihê bûyerê kir û ragihand ku xwendekarekî berê yê dibistanê yê 19 salî saet 09:30î êriş pêk aniye û piştî ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, dawî li jiyana xwe aniye.

Şıldak diyar kir ku 10 xwendekar, 4 mamoste, polîsek û karkerekî marketa dibistanê birîndar bûne.

 Parêzgarê Rihayê li ser bûyerê wiha got:

“Vê sibehê li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu ya Siverekê saet 09:30î, kesekî 19 salî bi tivingê ketiye nav dibistanê û bi awayekî ketober gule li derdorê reşandine.

Mixabin di encamê de 4 mamoste, 10 xwendekar, polîsek û karkerekî marketa dibistanê birîndar bûne.

Spas ji Xwedê re ti kesî canê xwe ji dest neda. 2 xwendekar û 2 mamoste, bi tevahî 4 birîndar ji ber ku rewşa wan giran bû, bo navenda Rihayê hatin veguhestin.

Tedawiya 12 birîndaran jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Siverekê didome.

Bûyer bi berfirehî tê lêkolînkirin. Êrişkar xwendekarekî berê yê dibistanê bûye û tenê pola 9an li dibistanê xwendiye û pişt re xwendina xwe ji derve domandiye.

Ew sala 2007an ji dayik bûye. Piştî desttêwerdana polîsan li nav dibistanê hat dorpêçkirin û bi tivingê gule berda serê xwe û mir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst