Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku cihên gorên rêberên Kurd were eşkere kirin û got, “Rêya Xalid Begê Cibrî rêya me ye.”
Îro salvegera 101emîn a şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg hevalên wan e.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 101emîn salvegera şehadeta Xalid Begê Cibrî û hevalên wî daxuyaniyek belav kir.
PWKyê di daxuyaniya xwe de careke din bangî Tirkiyeyê kir û xwest cihê gorên rêberên Kurdan eşkere bike.
"Serhildan beriya dema xwe dest pê kir"
PWKyê diyar kir ku serhildana 1925an a ku wekî Serhildana Şêx Seîd tê naskirin, ji aliyê Teşkîlata Azadiyê ve hatibû amadekirin.
PWKyê bi bîr xist ku Teşkîlata Azadiyê sala 1921ê hatiye damezrandin û serokê wê Xalid Begê Cibrî bûye û got:
“Mixabin beriya ku amadekariya serhildanê temam bibe, dewleta Tirkiyeyê ji bo rê li ber serhildanê bigire, Çiriya Paşîn a 1924an pêşî Yusuf Ziya Beg û 20ê Kanûna Pêşîn a 1924an jî Xalid Begê Cibrî girt.
Piştî girtina wan, bi provokasyoneke dewleta Tirkiyeyê, serhildan beriya dema ku hatibû plankirin dest pê kir û Şêx Seîd serokatiya vê serhildanê kir.”
"Cihê gorên wan eşkere bikin"
PWKyê bi bîr anî ku 14ê Nîsana 1925an li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî bi biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê hatin bidarvekirin û got:
“Mixabin heta îro cihê gorên Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, wekî cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan û Seîdê Kurdî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve nehatine eşkerekirin.
Em bi vê minasebetê careke din bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin ku cihê gorên van rêberan eşkere bike.”
"Em berdewamiya rêbaza Teşkîlata Azadiyê ne"
Partiya Welatparêzên Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew xwe wekî berdewamiya rêbaza Teşkîlata Azadiyê û têkoşîna wan rêberên Kurd dibînin.
PWKyê ragihand ku ew ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin û di 101emîn salvegera şehadeta wan de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse