800 malbatên din ber bi Efrînê ve çûn

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Koçber Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 800 malbatên koçber ên Efrînê ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.

Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, îro karwanekî nû yê koçberên Efrînê bi rê ket.

Karwan ji 800 malbatan pêk tê û niha ber bi Efrînê ve diçe.

Ev karwanê sêyem e

Ev karwanê sêyem e ku bi serpereştiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ber bi Efrînê ve tê şandin.

Heta niha bi giştî 600 malbatên koçber vegeriyane Efrînê.

Beriya niha di karwanê yekem de 400 malbat û di karwanê duyem de jî 200 malbat vegeriyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst