Silêmanî (Rûdaw) – Rêberê Misilmanên Selefî yê Kurdistanê Dr. Ebduletîf Selefî li navçeya Xaneqînê ji aliyê hêzên polîs ve hat girtin.
Li gorî zanyariyan, îro sêşemî 14ê Hezîran a 2016 kesatiyê naskirî yê îslamî û Rêberê Mislimanên Selefî yê Kurdistanê ji ber mesleya zewaca wî ya sêyem hat girtin.
Hat ragihandin, ji ber ku Ebduletîf Selefî jibo zewaca xwe ya sêyem razîbûna hevjînên xwe yên berê wernegirtiye û belegeya wê pêşkêşî dadgehê nekiriye, hatiye girtin.
Rêvebirê Polîsê Navçeya Xaneqînê Azad Îsa derbarê girtina Ebduletîf Selefî de ji Rûdawê re ragihand, Ebduletîf li ser wê çendê ku razîbûna fermî ji hevjînên xwe yên berê bo anîna jina sêyem wernegirtiye û nedaye dadgehê, ji aliyê Polîsê Navçeya Xaneqînê ve hatiye girtin.
Azad Îsa got: “Ebduletîf Selefî li gorî madeya 10 a yasaya rewşa kesîtiyê nû bi biryara dadwer bo dema 10 rojan tê desteserkirin.”
Rêvebirê Polîsê Xaneqînê herwiha da xuyakirin, bo lêkolînên zêdetir Ebduletîf Selefî bo Kerkûkê tê veguhastin û dê Polîsê Kerkûkê lêkolînê pê re bike.
Ji ber ku li dadgehên Herêma Kurdistanê rê bi pirrjiniyê nayê dan, kesên ku dixwazin jina duyem û zêdetir bînin, berê xwe didin dadgehên deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û deverên Iraqê, ku li wan dadgehan yasayên Iraqê tên cîbicîkirin û yasayên Iraqê rê bi pirrjiniyê dide.
Rêberê Selefiyên Kurdistanê Ebduletîf Selefî jî bo mareyîbirîna hevjîna xwe ya sêyem a bi navê Çavan Soran serdana dadgeha Xaneqînê kiribû, ji ber ku Xaneqîn ji aliyê fermî ve ser bi parêzgeha Diyala ya Iraqê ve ye û yasayên Iraqê li wir tên cîbicîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse