Li Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin

14-07-2025
Nîşan Hewlêr Dron Xistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro berê sibehê li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin.

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku dron nebûye sedema ti xisarên madî û canî.

Nûçegihanê Rûdawê Horvan Refet ji nêzîkî cihê bûyerê ragihand ku dron demjimêr 02:18ê berbangê li asmanê Hewlêrê li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî hatiye xistin.

Horvan Refet da zanîn ku hêzên ewlehiyê demildest gihiştine cihê bûyerê û teqez kir ku ti ziyan çênebûye û rewş bi temamî asayî ye.

Her wiha hinek şahidan dîmenên kêliya xistina dronê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandine.

Di dîmenan de xuya dibe ku ji bo têkşikandina dronê çend mûşek tên avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst