Li Efrînê 2 keçên Kurd hatine girtin

14-08-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Opozisyona Sûriyê Polîsê Leşkerî Keçên Kurd Nazliye Nasan Firyal Nasan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî yên ser bi îdareya ku Tirkiyê û opozisyona Sûriyê pêk anîne, du keçên Kurd girtine.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji bajarê Efrînê, roja Yekşemê, polîsên serbazî yên bajarê Efrînê avêtine ser mala welatiyê bi navê Ebdilrehman Nasan li Taxa el-Zêdiyê.

 

Çavkaniyan dan xuyakirin, ku di wê serdegirtinê de, du keçên Ebdilrehman Nasan ji aliyê hêzên polîsê leşkerî yê îdareya niha ya Efrînê ve hatine girtin.

 

Heman çavkaniyan ji Rûdawê re nasnameya her du keçan aşkere kirin û diyar kirin, ku navê keçekê Nazliye Nasan û 36 salî ye û ya din navê wê Firyal Nasan e û 34 salî ye.

 

Heman çavkaniyan dane zanîn, ku heta niha sedema girtina her du keçan û tohmeta wan jî nehatine naskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst