Hewlêr (Rûdaw) - Li her du parêzgehên Hatay û Mersinê yên Tirkiyeyê agir bi daristanan ketiye û tevî midexaleya asmanî û bejahî agir hîn jî nehatiye vemirandin.
Li navçeya Hassayê ya Hatayê û li navçeya Sîlîfkeyê ya Mersinê şeva borî agir bi daristanê ket û heta îro jî nehatiye kontrolkirin.
Li gorî agahiyan, 5 helîkopter, 18 arasoz û 470 kes beşdarî kar û xebatên vemirandina agirê li navçeya Hassayê bûne û xebatên ji bo vemirandina agir didomin.
Her wiha li navçeya Sîlîfkeyê jî ji ber agirê daristanê 5 cihên nîştecihbûnê hatine valakirin û baya ku heye her diçe agir berbelav dike.
Îro midexaleya agir her berdewam dike û 10 helîkopter, 122 wesayîtên bejahî û 344 kes beşdarî vemirandina agir bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse