Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê, ji bo sala sêyem li pey hev dibe xwediya Xelata Navneteweyî ya Stevieyê û serkeftineke din li ser asta cîhanê tomar dike.
Bernameya "Hîn jî Maye" xelata zêrîn wergirt û pêşkêşkar Bêstûn Osman jî wekî pêşkêşkarê bernameyên "Bestoon Talk" û "Paşîv"ê xelata zîvîn wergirt.
Xelata Navneteweyî ya Stevieyê ji sala 2002yan ve li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye damezirandin û salane bernameyên herî baş ên înternetê destnîşan dike.
Di Çiriya Pêşîn a îsal de li Lîzbona paytexta Portugalê, serkeftiyên Stevieyê yên ji seranserê cîhanê dê bên xelatkirin.
Îsal karên Rûdawê ji nav 3 hezar û 800 berhemên ji 78 welatên cuda ku beşdarî pêşbirka wergirtina Xelata Stevieyê bûbûn hatine hilbijartin.
Bernameya Rûdawê "Hîn jî Maye" ku ji aliyê rojnamegerê jêhatî Hêvîdar Ehmed ve tê pêşkêşkirin, wekî baştirîn bername di warê nûçe û siyasetê de hat destnîşankirin û xelata zêrîn bi dest xist.
"Hîn jî Maye" bernameyeke meydanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye û li ser pirsgirêkên herêmî yên Rojhilata Navîn û astengiyên li pêşiya Îraqê ûHerêma Kurdistanê lêkolînên hûr dike.
Ev beşa bernameyê ya ku xelat wergirtiye, taybet bû bi Sûriyeya piştî rûxana rejima Beşar Esed.
Komîteya dadweran derbarê bernameyê de got,"Ev berhem mînakeke çîrokbêjiya wêrek e li herêmekê, hêjayî rêzgirtinê ye, hem ji ber destgihîştina wê hem jî ji ber kûrahiya vegotina wê."
Derbarê çûna tîma bernameyê ji bo Şamê û bi taybetî derbarê beşa "Esed ji hundir ve hilweşiya", komîteya dadwerên Stevieyê got,"Berhemeke rojnamegeriyê ya bihêz û di dema xwe de ye ku bi wêrekî kêliyeke hestyar a dîroka hevçerx a Rojhilata Navîn tomar kiriye."
Her wiha, pêşkêşkarê jêhatî yê Rûdawê, Bêstûn Osman, wekî pêşeng di warê bandora civakî de, ji aliyê Stevieyê ve xelata zîvîn werdigire.
Bernameyên Bestoon Talk û Paşîv ên Rûdawê bala komîteya dadweran a Stevieyê kişandine û encama her du bernameyan ji bo Stevieyê cihê giringiyê bûye.
Stevieyê derbarê Bêstûn Talkê de got, "Yekemîn bernameya diyaloga sivîl e di cureya xwe de û ciwan û serkirdeyên hikûmetê li Îraqê tîne cem hev.
Bernameyên dahênerane yên Bestoon Talk û Paşîv, rêyeke nû di beşdarîkirina ciwanan û bandora civakî de vedikin."
Birêvebirê Hilberînê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Rêbaz Elî got: "Şanaziyeke mezin e ku em dibînin karên Rûdawê li asta navneteweyî tên xelatkirin.
Ev xelat rêzgirtin in ji dilsozî, dahênan û wêrekiya rojnamegerî û tîmên me re her wiha cihê Rûdawê di nav saziyên medyayî yên pêşeng ên cîhanê de xurtir dike."
Xelata Stevieyê di warê medyayê de xelateke gelekî girîng a navneteweyî ye û pir bi prestîj e.
Heta niha dezgehên wekî CNN, NBC, Bloomberg û Al Jazeerayê xelatên Stevieyê standine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse