Mezlûm Ebdî: Nuredîn Sofî di operasyona li dijî Bexdadî de roleke sereke lîst

14-08-2025
Nîşan Mezlûm Ebdî Nuredîn Sofî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî fermandarê HPGyê Nûredîn Sofî bi bîr anî û got “Heval Nûreddîn mohra xwe li tunekirina DAIŞê, operasyona kuştina Bexdadî, berxwedana li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî da.”

Mezlûm Ebdî her wiha got, “Tevayî pêkhateyên Sûriyeyê minetdarê wî ne.”

HPGyê 11ê Tebaxê ragihandibû ku yek ji fermandarên wan ên payebilind Nuredîn Sofî  6ê Nîsana 2021ê di êrişeke asmanî ya artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî ji medyaya Rêveberiya Xweser behsa kesayet û têkoşîna Nûredîn Sofî kir.

Mazlûm Ebdî got, “Heval Nûreddîn ji malbateke welatparêz, bi nirxê exlaq û olî ve girêdayî bû.

Min û Nûreddîn Sofî bi hev re li Zanîngeha Helebê xwend.

Wê demê tevgera me ya şoreşgerî gihaştibû astekî. Xebatên me di zanîngehê de jî gihaştibûn astekî. Gelek alîgirên me çêbibûn.

Heval Nûredîn di demeke kurt de di nava xwendekarên Kurd de hat nasîn. Demeke dirêj di nava xwendekaran de xebat da meşandin û pêşengî kir.

Heval Nûreddîn li Helebê diçû nava gelê Kurd ê taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Heyderiyeyê û xebat dida meşandin.”

“Dixwest romana şoreşa Rojava binivîse”

Bi gotina Mezlûm Ebdî Nuredîn Sofî kesekî rewşenbîr bû, ji nivîsandinê pir hez dikir û wî dixwest roma şoreşa Rojavayê Kurdistanê binivîse

Mezlûm Ebdî da zanîn ku Nuredîn Sofî li Rojavayê Kurdistanê têkiliya pêkhateyên Kurd, Ereb, Siryan û hemû pêkhateyan çêdikir û got:

“Bi rastî ji 2013an heta roja şehîd ket em dikarin bêjin roleke xwe ya pêşeng di hemû qadên Şoreşa Rojava de hebû.”

Fermanderê HSDyê derbarê têkoşîna Nuredîn Sofî ya li dijî DAIŞê jî wiha got:

“Di pêngavên me yên li dijî DAIŞê de hertim rolekî mezin lîst. Pêngava rizgarkirina Reqayê operasyona me ya herî zemhet bû.

Ew kelha DAIŞê û paytexta wan bû. DAIŞê gelek tedbîr girtibûn.

Di pêngava rizgarkirina Reqayê de biryardariya heval Nûreddîn, di meşandina şer de rolekî xwe yê sereke hebû.

Dema şer dixetimî teqez jêrê çareseriyek didît.

Di tunekirina DAIŞê li Baxoza Dêrazorê de jî Heval Nûreddîn fermandariya şer kir.

Wî mohra xwe li tunekirina DAIŞê da. Gelê me, tevayî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijara xilaskirina ji terora DAIŞê de minetdarê heval Nûreddîn Sofî ne.”

Operasyona li dijî Bexdadî

Mezlûm Ebdî eşker kir ku Nuredîn Sofî li operasyona li dijî Bexdadî roleke sereke lîst û got:

“Heval Nûreddîn di operasyona kuştina serçeteyê DAIŞê Ebû Bekir El Bexdadî de roleke sereke lîst.

Agahî hebûn lê hinek hevalan digotin ne rast in. Yê ku bi israr şopand û teqez kir heval Nûreddîn bû.

Mîmarê serkeftina operasyona li dijî Bexdadî heval Nuredîn bû.”

Li gorî gotina Mezlûm Ebdî wî di şerê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de jî cih girt û pêşengî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst