Silêman Muhsîn li ser doza Şasiwar Ebdulwehîd agahiyên nû dan

14-08-2025
RÛDAW
Şasiwar Ebdulwehîd û Silêman Muhsîn / Wêne: Rûdaw
Şasiwar Ebdulwehîd û Silêman Muhsîn / Wêne: Rûdaw
Nîşan Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê Şasiwar Ebdulwehîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê, hûrgiliyên serdana Serokê Tevgera Newey Nwê (Nifşê Nû) Şasiwar Ebdulwehîd eşkere kir.

Desteyê ragihand ku Şasiwar Ebdulwehîd di wê baweriyê de ye ku doza wî “siyasî” ye û pêwendiya wê bi nêzîkbûna hilbijartinên Parlamentoya Îraqê re heye.

Berdevkê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê Silêman Muhsîn bû mêvanê Rûdawê û pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.

Berdevkê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê Silêman Muhsîn got:

“Doh şandeyeke desteyê bi serokatiya Seroka Desteyê Dr. Munayê çû serdana Şasiwar Ebdulwehîd û nêzîkî 20 xulekan li gel wî rûnişt.”

Silêman Muhsîn da zanîn Şasiwar Ebdulwehîd di wê baweriyê de ye ku desteserkirina wî siyasî ye û gotiye:

“Ev gilî sala 2019an li ser min hatiye tomarkirin, çima di vê demê de tê bicihanîn?

Sedema wê nêzîkbûna hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ye.”

Şasiwar Ebdulwehîd derbarê giliyê ji şandeya Desteyê re daye zanîn:

“Ew hejmara telefonê ya ku tê gotin gef pê hatiye xwarin ne ya min e, ya aliyekî ewlehî-siyasî yê Silêmaniyê ye.”

Her wiha amaje bi wê yekê jî kiriye ku berî derketina biryara dadgehê, cihê mayînê û ofîsa wî li Silêmaniyê diyar bûye û wî xwe veneşartiye, ji ber wê “wan dikarîbû wê demê jî min desteser bikin”.

Muhsîn diyar kir ku Şasiwar Ebdulwehîd di jûreke taybet de bûye û tenduristiya wî baş bûye.

Şasiwar Ebdulwehîd derbarê miameleya hêzên ewlehiyê gotiye: “Hevalên polîs alîkar in û rêzê li min digirin û ti pirsgirêka min bi wan re nîne.”

Muhsîn her wiha eşkere kir ku awayê desteserkirinê bêyî tundiyê bûye û Birêvebirê Polîsê Silêmaniyê jî ji wan re ragihandiye ku wan kelemçe ji bo wî bi kar neaniye û du efser ji bo parastina wî li gel wî bûne.

Desteya Mafên Mirovan tekez dike ku ew wekî saziyeke bêalî dixebitin û rêzê li biryarên dadgehê û serweriya yasayê digirin lê di heman demê de têbîniyên wan ên yasayî li ser tevahiya pêvajoyê hebûne û wan ew pêşkêşî aliyên pêwendîdar kirine.

Di encama şopandina desteyê de, rê bi parêzerê Şasiwar Ebdulwehîd hatiye dayîn ku îtirazê li biryara ku bi awayê xiyabî jê re derketiye bike.

Biryar e roja 24ê mehê rûniştineke din a dadgehê ji bo dozê were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst