Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Xêrxwaziyê ya Qeyseriyê (Bazara Hewlêrê) ji bo alîkariya ciwanên ku ji ber bihabûna zêr di zewacê de rastî astengiyan tên destpêşxeriyek ragihand.
Serokê Rêxistina Xêrxwaziyê ya Qeyseriyê Hecî Seîd Celal bû mêvanê bernameya Rojî Hîwa Cemal û hûrgiliyên projeyê eşkere kirin ku ew jî pêşkêşkirina zêr wekî diyarî ye ji bo çend bûk û zavayan.
Rêxistina Xêrxwaziyê ya Qeyseriyê ragihand ku fikra projeyê ji rojbûna Pêxemberê Îslamê hatiye wergirtin û got:
"Armanca me ya sereke ew bû ku em bibîranîna jidayîkbûna Pêxember bi awayekî cuda pîroz bikin û sunetekê zindî bikin ku ew jî zewac e."
Hecî Seîd Celal ji bo diyarkirina kesên ku hêjayî alîkariyê ne bi melayan re pêwendî daniye û heta daxwaz ji Xiristiyanan jî kiriye ku ciwanên hêja ji bo sûdwergirtina ji vê projeyê diyar bikin.
Yek ji wan ciwanên ku hatiye hilbijartin, niha ji bo bicihanîna umreyê li Erebistana Siûdî ye.
Hecî Seîd Celal li ser diyariyê anî ziman:
"Ji bo her bûk û zavayekî çar misqal zêrê eyar 21 hatiye dabînkirin ku bi şêwaza Kuweytî ye û taximeke temam e (gerdenî, guhar, gustîlk û bazin)."
Hecî Seîd Celal tekezî li wê yekê jî kir ku armanca eşkerekirina vî karî teşwîqa xelkê ya ji bo karên bi heman rengî ye û da zanîn:
"Em hêvîdar in ku ev proje li Dihok, Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê berfirehtir bibe û deriyê me ji her kesê ku bixwaze beşdar bibe re vekirî ye."
Rêxistina Xêrxwaziyê ya Qeyseriyê ji welatiyan xwest ku eger şiyana wan a madî nebe jî dikarin "bi gotineke xêrê, bi nivîseke teşwîqê û bi selawatekê" piştgiriyê bidin projeyê û ev yek wekî cureyê herî baş ê beşdariyê bi nav kir.
Di demeke nêzîk de bi merasîmekê li yek ji mizgeftan dê diyarî bi awayekî fermî pêşkêşî wan bûk û zavayan werin kirin ku ji bo projeyê hatine hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse