Zehferan ji bo vejandina Gola Urmiyeyê dibe hêvî

14-09-2025
RÛDAW
Nîşan Urmiye Zehferan Gola Urmiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Çandiniyê yê Parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Reza Esxerî ragihand ku çandina zehferanê li parêzgehê di 10 salan de gihiştiye 74 hektaran û ew pêşbînî dikin ku berhema îsal 250 kîlogram be.

Birêvebirê Çandiniyê yê Parêzgeha Urmiyeyê Mihemed Reza Esxerî daxuyand, "Li bajarên Urmiye, Miyandiwa, Nexede û Şotê zehferan tê çandin û berhema wê zêde dibe."

Mihemed Reza Esxerî got, "Her çi qasî ev berhem wekî cîgireke yekalîker a çewenderê nehatibe naskirin jî, ji ber ku kêm avê hewce dike, dikare di kêmkirina çandina wan berhemên ku hewcedariya wan bi aveke zêde heye, bi bandor be û ji bo vejandina Gola Urmiyeyê jî bibe alîkar."

Esxerî amaje bi wê yekê jî kir, "Di 10 salên borî de erdê zehferanê yê ku li parêzgehê hatiye çandin zêde bûye, bi awayekî ku niha gihiştiye 74 hektaran û em pêşbînî dikin ku berhema îsal bigihîje 250 kîlogramî."

Li gorî Birêvebirê Çandiniyê yê Parêzgeha Urmiyeyê, astengiya herî girîng a li pêşiya çandina zehferanê ew e ku cotkar bi qonaxên amadekirin, çandin û berhevkirina wê nizanin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê salane nêzîkî 330 ton zehferan tê hilberandin û zêdetirî 200 ton jê ji bo welatên derve tê hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst