Mezlûm Ebdî: Em vegereke komî û birêxistin dixwazin

14-10-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Koçberên Serê Kaniyê Mezlûm Ebdî Şam Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî bi heyeteke Komîteya Koçberên Serê Kaniyê re civiya.

Li gorî gotina Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco, General Ebdî di civînê de li ser rewşa koçberan, bi taybetî li kampan û li ser dosyaya vegera ewle û birêxistinkirî ya koçberan axivî.

Êş û azarên koçberan

Mihemed Haco li ser civîna bi Fermandarê Giştî yê HSDyê re ji Rûdawê re axivî û behsa hûrgiliyên civînê kir.

Mihemed Haco behsa roja civînê kir û got, "Hevdîtina heyeta me ya bi Mezlûm Ebdî roja yekşemê di çarçoveya salvegera şeşemîn a dagirkirina Serê Kaniyê de pêk hat."

Haco diyar kir ku heyetê du dosya pêşkêşî Ebdî kirine. Yek li ser binpêkirinên ku di van şeş salên borî de li herêmê qewimîne bûye.

Her wiha dosyaya din jî li ser rewşa kampan û zehmetiyên koçberan ên di warê tenduristî, xizmetguzarî û perwerdeyê de bûye.

Mihemed Haco diyar kir ku Mezlûm Ebdî soz daye wan ku ew dê li ser rewş û xizmetguzariyên li kampan bi saziyên Rêveberiya Xweser re bicive.

Fermandarê Giştî yê HSDyê her wiha tekez kiriye ku ew dê dibistanên ku koçber lê dimînin vala bikin da ku xwendekar vegerin polên xwe.

Vegera koçberan

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê da zanîn ku Mezlûm Ebdî ji wan re ragihandiye ku ew di her hevdîtina bi hikûmeta Sûriyeyê re li ser mijara koçberan diaxivin.

Haco eşkere kir ku Ebdî ferq xistiye navbera dosyaya Efrîn û Serê Kaniyê û ji wan re wiha gotiye:
"Mijara koçberên Efrîn û Serê Kaniyê ji hev cuda ye. Efrîn niha ji sedî 70 di bin desthilata hikûmeta Sûriyeyê de ye û hebûna Tirkiyeyê li wir kêm e.

Li Girê Spî û Serê Kaniyê  kontrola Tirkiyeyê li ser meclis û saziyên ewlehiyê zêde ye. Heke dosyaya Serê Kaniyê were vekirin, divê bi Tirkiyeyê re bê gotûbêjkirin.

Vegera koçberên Efrînê niha bi awayekî takekesî pêk tê, em vegereke wiha naxwazin.

Em dixwazin vegera koçberan bi awayekî komî, birêxistinkirî û ewle be. Piştî çareserkirina dosyaya Efrînê, em dê dosyaya Serê Kaniyê vekin."

Hevdîtinên bi hikûmeta Sûriyeyê re

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê da zanîn ku Mezlûm Ebdî di civînê de behsa hevdîtinên bi hikûmeta Sûriyeyê jî re kiriye û hevdîtin bi rengê "erênî" nirxandine.

Li gorî Ebdî, ji bo tevlîkirina HSDyê ya di nav artêşa Sûriyeyê de gotûbêjên leşkerî hene lê HSD dixwaze xweseriyeke xwe biparêze û wekî feyleqek an hêzeke taybet ji bo parastina herêmên xwe hebûna xwe biparêze.

Ebdî tekez kiriye ku saziyên îdarî yên Rêveberiya Xweser jî dê bi piranî wekî xwe bimînin.

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê amaje bi civînê kir û da zanîn ku Mezlûm Ebdî behsa destwerdana Tirkiyeyê jî kiriye û ji wan re daye zanîn ku her cara ku ew bi hikûmeta Sûriyeyê re dicivin, destwerdaneke Tirkiyeyê çêdibe.

Her wiha helwestên baş ên hikûmetê jî piştî destwerdana Tirkiyeyê diguherin.

Li gorî gotina Haco daxwaza Tirkiyeyê ew e ku HSD çekên xwe deyne lê Mezlûm Ebdî diyar kir ku tiştekî wiha di ferhenga wan de nîne.

Li gorî gotinên Haco, Fermandarê HSDyê behsa daxwaza hikûmeta Sûriyeyê ya vekişîna ji Reqa û Dêrezorê jî kir.

Hikûmetê soz da ku piştî vekişînê dê li ser herêmên din jî biaxive lê HSDyê ev daxwaz red kiriye.

Li aliyê din, Komîteya Koçberên Serê Kaniyê jî li ser rûpela xwe ya fermî hevdîtin piştrast kir.

Navên endamên heyetê yên ku tevlî civîna bi Mezlûm Ebdî re bûne jî wiha ne: Mehmûd Cemîl, Ciwan Îso, Zehra Simo, Silêman Xelîl, Sîmon Circis, Meysa Elî û Mihemed Haco.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst