Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi awayê fermî bûye endama Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN).
Rayedaran ev yek wekî "pêşketineke dîrokî" ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk a Herêma Kurdistanê nirxand.
Endamtî di Kongreya Cîhanî ya IUCNyê de li Ebu Dabiyê hat ragihandin.
Gelek pisporên jîngehê, zanyar û rayedarên ji welatên cuda yên cîhanê beşdarî kongreyê bûn.
"Li herêmê 45 qadên parastî hene"
Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Dr. Senan Abdullah ji Rûdawê re got:
“Ev gaveke girîng e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina xwezayê avêtiye.
Niha li herêmê 45 qadên xwezayî yên parastî hene."
Senan Abdullah bal kişand ser bandora guherîna avhewayê û wiha li pey çû:
“Ji bo parastina cihêrengiya biyolojîk, pêwîstiya me bi stratejiyên nû heye bi taybetî jî cureyên di bin metirsiyê de.
Misogerkirina birêveberiyeke domdar a qadên parastî jî ji aliyê jîngehî û aborî ve gelekî girîng e."
"Ev dê hewlên li herêmê xurt bike"
Birêvebirê IUCNyê yê Rojavayê Asyayê Dr. Hanî el Şair bi kêfxweşî endamtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir û got:
“Em bi kêfxweşî xêrhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li malbata IUCNyê dikin.
Ev gaveke girîng e ku dê hewlên parastina xwezayê ne tenê li Herêma Kurdistanê her wiha li Îraq û tevahiya herêmê jî xurt bike.”
Hanî el Şair tekez kir ku dewlemendiyên xwezayî û potansiyela serokatiyê ya Herêma Kurdistanê ya di warê jîngehê de, ji bo hevkariyeke bibandor derfetên mezin pêşkêş dikin.
"Ev nîşana pêbendbûna me ye"
Şêwirmenda Payebilind a Serokwezîr a ji bo Têkiliyên Derve û Guherîna Avhewayê Beyan Samî Ebdurehmanê jî li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivî.
Beyan Samî Ebdurehmanê got, “Endamtiya IUCNyê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê gaveke dîrokî ye.
Ev nîşana pabendbûna me ya ji bo bi pêşxistina jîngehê, parastina cihêrengiya biyolojîk û bikaranîna domdar a çavkaniyên me yên xwezayî ye.”
Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê sala 1948an hatiye damezrandin.
IUCN ji zêdetirî 1400 hikûmet, rêxistinên civaka sivîl û saziyên lêkolînê yên ji zêdetirî 170 welatan pêk tê.
Yekîtî wekî tora herî berfireh a jîngehê ya cîhanê di warê parastina xwezayê û handana bipêşketina domdar de kar dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse