Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê trênê li serwîsa xwendekaran da û li gorî agahiyên ewil 17 xwendekar birîndar bûn.
Trêna ku sefera Tetwan û Xarpêtê dikir li serwîsa xwendekaran a ku Ramazan Aytulun diajot da ku xwendekarên Dibistana Navîn a Melîkşah 2071ê vediguhast.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên AFADê çûn cihê qezayê.
Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 17 xwendekar birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Birêvebirê Perwerdeyê yê Bajêr Abdulkadîr Altay piştî qezayê çû nexweşxaneyê û derbarê rewşa birîndaran agahî wergirtin.
Abdulkadîr Altay şifa ji bo birîndar xwest û got:
“Dema serwîsa xwendekaran ji xaçerêya trênê derbas dibe trên ji aliyê çepê ve li serwîsê dide û xwendekarên me bi sivik birîndar dibin.
Tîmên tenduristiyê ji bo tedbîrê hemû xwendekarên me rakirin nexweşxaneyê.
Rewşa xwendekaran hat şopandin û şikir ku rewşa ti xwendekarên me ne giran e.
Ji bo ku qezayên bi vî rengî careke din çênebin, em ji hevalên xwe dixwazin ku ew baldartir bin.
Li gorî agahiya ewil di serwîsê da 17 xwendekar hebûn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse