Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, di dema pakkirina aşekî kevn de mozaîkeke ku dîroka wê vedigere 1500 sal berê, hat dîtin.
Mozaîka ku rûberê wê nêzîkî 40 metre çargoşe ye, bi neqşên geometrîk hatiye xemilandin û navê "Tittos Domestikos" li ser hatiye nivîsandin.
Birêvebirê Muzexaneya Mêrdînê û Serokê Kolandinê Îdrîs Akgul ragihand:
"Diyar e ku aş pişt re lê hatiye zêdekirin.
Di dema kolandinê de me li 2 cihan mozaîk dîtin.
Ev mozaîk bi awayên geometrîk ên wekî heştgoşe, zîgzag, pêl û girêkan hatine çêkirin.
Tişta ku em herî zêde kêfxweş kir ew bû ku li ser mozaîkekê nivîs heye.
Nivîs ji 2 peyvan pêk tê û 'Tittos Domestikos' hatiye nivîsandin.”
Xwediyê aş da zanîn ku piştî dîtina mozaîkê wan karê xwe rawestandiye û Birêvebiriya Muzexaneyê agahdar kiriye.
Her wiha tê plankirin ku ev cih ji bo geştyariyê jî were amadekirin.
Xwediyê aş Reşît Coşkun got:
“Ev der aşekî avê yê kevn bû, xirabe bû û me xwest ji bo geştyariyê amade bikin.
Me hinek tişt dîtin û gumana me çêbû ku berhemên dîrokî ne.
Me digot dibe ku dîroka wê vedigere 150 salan lê zêdetir derket.”
Li parêzgeha Mêrdînê, li qada di navbera navçeyên Nisêbîn û Midyadê de ya ku jê re Ava Spî tê gotin, gelek kelehên dîrokî û şûnwar hene.
Li gelek cihên herêmê karê kolandinê berdewam e û berhemên nû tên dîtin.
#WÊNE - Li Midyadê mozaîkeke ku dîroka wê vedigere berî 1500 salan hat dîtin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 14, 2025
🔴 Cihê ku mozaîk lê hatiye dîtin aşekî kevn e
🔴 Mozaîk di dema pakkirina aşê kevn de hat dîtin pic.twitter.com/SbTUUSSNq4
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse