Balyoza Amerîka li NY: Heleb jî çû refa Helebceyê

14-12-2016
RÛDAW
Nîşan Balyoza Amerîka Samantha Power Netewên Yekbûyî Encumena Asayişa Navdewletî Heleb Helebce Sûriye Rûsya Îran
A+ A-

New York (Rûdaw) – Balyoza Amerîka li Netewên Yekbûyî Samantha Power ragihand, Heleb jî diçe nav refên bûyerên dîrokî yên cîhanî yên weke Helebce û Ruwandayê, ku ew bûyer pênaseya ehrîmeneke (şeytaneke) serdem dikin.

 

Duh sêşemî 13ê Kanûna 2016ê, Encumena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî derbarê rewşa Sûriyê û bi taybet Helebê de civînek lidar xistibû.

 

Di wê civînê de, Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî Samantha Power ragihand: “Heleb jî diçe nav refa bûyerên dinên dîrokî yên li cîhanê, ku ew jî pênaseya şeytaneke serdem dike, ku heta çend dehsalên din dê vîjdana me biêşîne, weke Helebce, Ruwanda, Sirbirnitca û niha jî Heleb.”

 

Power di axavtina xwe de bi aşkere Rûsya, Îran û Sûriye bi encamdana tawanan li Sûriyê tohmetbar kir û got: “Rûsya, Îran, rejîma Esed û hemû ew komên ku nûneratiya wan dikin, li Sûriyê tawanan encam didin.”

 

Balyoza Amerîka li Encumena Asayişa Navdewletî herwiha tekez kir: “Divê Îran û Rûsya û Sûriye şer li xwe bikin, ku 3 endamên Netewên Yekbûyî ne, lê bûne gef li ser xelkê sivîl û herwiha guvaşeke mezin li ser sivîlan çêkirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst