Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Semsûrê, 6 sal û 10 meh û 5 roj cezayê girtîgehê li serokê berê yê şaxa Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Semsûrê Mehmet Varol birî.
Serokê berê yê şaxa BDPê ya Semsûrê Mehmet Varol, 17ê Gulana 2022an bi hinceta “alîkariya PKKê” hatibû girtin. Rûniştina doza Mehmet Varol, doh 13ê Kanûna 2022ê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê birêve çû. Varol ji girtîgehê bi rêya Sîstema SEGBÎSê beşdarî dozê bû.
Varol di parastina xwe de tohmetên li dijî xwe qebûl nekirin û daxwaza serbest berdana xwe kir.
Dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 10 meh û 5 roj cezaya girtîgehê da Varol û biryar da rewşa wî ya girtî berdewam be.
Mehmet Varol, di navbera salên 2009 û 2013an de serokatiya Şaxa BDPê ya Semsûrê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse