Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rennesê ya Fransayê de "Protokola Bajarên Destbirak" hat îmzekirin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun di çarçoveya hevdîtinên li Fransayê de ji Rûdawê re axivî.
Dogan Hatun eşkere kir ku dê li Amedê bi Fransayê re parkeke hevbeş were çêkirin û ew li ser sîstemên rayê dixebitin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun di çarçoveya serdana hefteyekê ya Fransayê de hevdîtinên girîng pêk anîn.
Gava herî şênber a serdanê li bajarê Rennesê hat avêtin.
Serra Bucak û Dogan Hatun bi Şaredara Rennesê Nathalie Appereyê re civiyan û îmze avêtin protokola ku her du bajaran wekî "Bajarên Destebirak" radigihîne.
"Me ji bo pêvajoya aştiyê piştgirî xwest"
Dogan Hatun diyar kir ku wan li Fransayê trafîkeke dîplomasiyê ya zêde meşandiye.
Hatun diyar kir ku wan li Parîsê bi rayedarên Senatoyê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên şeş partiyên siyasî re hevdîtin kirine û got:
"Di hevdîtinên xwe de me hem mijarên çand-huner û ziman û hem jî paşeroja hevbeş a gelên Fransiz û Kurd gotûbêj kir.
Her wiha me xwest ku wekî dewletekê piştgiriyê bidin pêvajoya nû ya aştiyê ya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye."
Hatun da zanîn ku ew li Parîsê bi Weqfa Mitterrandê re jî civiyane û li ser mafên jinan û parastina xwezaya Kurdistanê nêrînên xwe parve kirine.
Li Amedê parka hevbeş
Hatun tekez kir ku protokola bi Rennesê re hatiye îmzekirin hemû qadên şaredariyê li xwe digire û projeyên şênber wiha rêz kirin:
"Ev protokol, ji çand û hunerê heta ziman û hevkariya teknîkî qadeke berfireh li xwe digire.
Wekî gaveke sembolîk me biryar da ku em li Amedê bi hev re parkekê çêbikin.
Her wiha di çarçoveya parastina xwezayê de em dê li ser vegerandina çop, cam û pakêtan xebatên hevbeş bimeşînin.
Lê ya herî pîroz, biratiya her du gelan e."
"Me ji bo sîstemên rayê rapor amade kir"
Hatun bal kişand ser binesaziya veguhastinê ya bipêşketî ya li Fransayê û kêmasiya Amedê ya di vê mijarê de û anî ziman:
"Li Fransayê heta li bajarên biçûk jî xetên tren, metro û tramvayê gelekî bipêşketî ne.
Mixabin li bajarên me ev nîne.
Ev sed sal in ji bo bipêşketina bajarên me xizmeteke bingehîn nehatiye kirin.
Me jî lêkolîn kir bê ka em dikarin van sîsteman li Amedê û bajarên xwe yên din çawa ava bikin.
Me raporên xwe wergirtin û em nîqaşên xwe didomînin."
Şandeya Fransayê diçe Amedê
Hatun ragihand ku piştî hilbijartinên herêmî yên ku dê meha Adarê li Fransayê bên kirin şandeya Rennesê dê biçe serdana Amedê.
Hatun her wiha da zanîn ku ew li ser xizmetguzariyên şaredariya pirzimanî û pirçandî modela Fransayê lêkolîn dikin û dibe ku di paşerojê de protokoleke wiha bi Şaredariya Parîsê re jî were îmzekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse