کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

ROJAVA - Cotkar zeviyên xwe semad nakin

Berzan Ferman

Berzan Ferman

15-01-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Berzan Ferman
Berzan Ferman15-01-2022

Nûçeyên Têkildar

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir
Kurdistan23-11-2026

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bi rêya telefonê axivîn
Kurdistan23-11-2026

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bi rêya telefonê axivîn

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike
Kurdistan23-11-2026

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike

Qamişlo (Rûdaw) - Aldar û Elaadîn pismam in û ji bo mûsimê sala 2022, bêhtirî 300 hektar erd bi genim çandine. Beşek bejî û beşekî din avî; van her cotkaran çandiniye, lê di heyama ku pilan dikin zeviyan bi peynî kîmyayî wate semad bikin, nirxê peyn du qat zêde bûye. Lewma ew dibêjin lêçûn û berhem tevhev dernakeve û tu sûdê ji zeviyên xwe ranahêjinê.

`Barê me gelek giran bû`

Aldar Xelo, Cotkar, dibêje, “Semad berê erzan bû. Dema hikûmet hebû erzan bû, piştî heval jî derketin, demekê erzan bû, lê me semad nedikir, ji me nedihat. Par jî me semad nekir, îsal jî bûye 650 dolar, barê me gelek giran bû. Ne dema wê bû, piştî xilas bû, buhakiriban dîsa xem nebû. Em hizra wê nakin ku semad bikin.”

Elaadîn Xelo, Cotkar, diyar dike, “Îsal bûye 650 û ez nikarin semad bikim. Derfeta min tune ye.”

Rêveberiya Xweser nirxê peynê kîmyayî bi rêjeya 30% bilind kir, nexasim ku cotkar proseya semadkirinê di meha sibatê de dest pê dikin.

`Em bi nirxê kirînê peyn difroşin cotkaran`

Desteya çandiniyê ya Rêveberiya Xweser diyar dike, ew bi nirxê kirînê peyn difroşin cotkaran,nemaze ku li dewletên hawirdor nirxê her toneke peyn 800 dolarê Amerîkî ye.

Li Rojavayê Kurdistanê du cûre peyn hene, peyna Fosfat û peyna Yorya, herdû cure jî tên hawirdekirin.

Şarezayên warê çandiniyê didin zanîn ku piraniya cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber nirxê peyn ê buha, xaka xwe peyn nekirine.

Cotkar tekez dikin ku ji bo her donimek xak pêwîstî bi (35-50) kîlo peyn heye,lê rêveberiya xweser tenê 15 kîlo bo her donimekî destnîşan kiriye.

Pirsên