Li Zaxo du dezgehên Amerîkî derfeta kar ji 493 kesan re peyda kirin

15-03-2020
Yûsif Mûsa
Kesên derfeta kar bo wan hatiye peydakirin berê bê kar bûn
Kesên derfeta kar bo wan hatiye peydakirin berê bê kar bûn
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Bi rêya du saziyên Amerîkî û bi piştevaniya Navenad Bernameya Geşedanê ya Neteweyên Yekgirtî (UNDP), projeyeke çandiniya dar û gulan hate destpêkirin û ji bo 493 kesan bûye derfeta peydakirina kar.

Ew kesên ku ji bo kar hatine wergirtin temenê wan di navbera 18 heta 25 saliyê de ne û şarezayeke baş a wan di çandiniyê de nîne, lê َderfet bu wan hatiye peydakirin ku ew kar bikin.

Karkerê bi navê Ednan Hîdu ji Rûdawê re got: “Karê me ji saet 08.00 heta 16.00 çandiniya gulan e. Em daran dikezixînin. Rojane 20 dolaran didin me.”

Nêzîkî 700 kesan daxwaza kar wan du saziyên Amerîkî kiribûn, lê bi tenê 439 kes hatine wergirtin, ku li ser 15 tîman hatîne dabeşkrin.

Karkera bi navê Qumrî Belî ya 50 salî jî da zanîn ku hevjînê wê nexweş e, û nifûsa wan 14 kes in û ew neçara di dabînkirina debara malbata xwe de bibe alîkar.

Berpirsê Lijneya Penaberan li Zaxo xelat Osman jî got: “Hinek pîvan ji aliyê herdu saziyan ve hatine danîn û li gor wan pîvanan me karker wergirtine. Beşek ji wan jinin û beşek jî zilamin. Ev kar ji aliyê şarevaniya Zaxoyê ve hate destnîşankirin.”

Ew kesên ku hatine wergirtin pêştir bê kar bû û biryar e niha bo heyama 40 rojan kar bikin karken.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst