Koma veşartî ya ku êrişî Hewlêrê de kî ye?

2 demjimêr berê
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Eshabul Kehfê ya ku girêdayî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye” di 16 rojan de berpirsyariya 10 êrişên ku ji sedî 60ê wan Herêma Kurdistanê kiribûn armanc li xwe girt.

Ev kom berî nêzîkî şeş salan hatiye avakirin û nêzîkî yek ji hêzên Şîe yên Îraqê ye ku ew jî nêzîkî Îranê ye.

Berê sibehê 15ê Adara 2026an, koma Eshabul Kehfê berpirsyariya êrişa dawî ya bi dronê girt ser xwe ku li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatibû kirin.

Vê komê li gel komeke din a bi navê "Ewliyaûdem" berpirsyariya piraniya wan êrişan girtiye ser xwe ku ji 28ê Adarê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Di 16 rojên borî yên şerê Îranê yê li gel Îsraîl û Amerîkayê de 316 êriş bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê û li ser bingeha daxuyaniyên koma Eshabul Kehfê, komê di wê maweyê de berpirsyariya 6 êrişan girtiye ser xwe ku bi dronan li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Rêxistin kengî hat damezirandin?

Navê vê komê ji çîroka "Yarên Şikeftê" (Eshabê Kehf) a di Qurana Pîroz de hatiye girtin.

Kom sala 2020an li Bexdayê hat damezirandin. Damezirandina wê piştî kuştina Alîkarê Serokê Desteya Heşda Şebiyê Ebû Mehdî Muhendîs û Fermandarê Supaya Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî bû.

Ji wê demê ve vê komê berpirsyariya wan êrişan girtiye ser xwe ku koma "Berxwedana Îslamî ya Îraqê” ku nêzîkî Îranê ye li dijî baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraq, Herêma Kurdistanê û herêmê pêk tîne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Eshabul Kehfê mîna çend komên din navekî (kodnav e) ji bo komên mezintir ên Şîeyan.

Ew vî navî bi kar tînin da ku berpirsyariya xwe ya rastîn a di êrişan de veşêrin û neyên şopandin da ku êrişî wan neyê kirin.

Hinek nîşane hene ku ew nêzîkî Tevgera Nûcebayê ne ku Ekrem Kaibî serokatiya wê dike.

Di yek ji parvekirinên koma Eshabul Kehfê yên li Telegramê de, pesnê Ekrem Kaibî û alîgirên wî hatiye kirin ku di yek ji êrişên bi dronan de bi roleke sereke rabûne.

Koma Eshabul Kehfê piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê, çend caran gef li artêşa Amerîkayê, leşkerên Fransayê yên li Îraqê û welatiyên wan ên li Herêma Kurdistanê xwarine û gotiye ku ew dê êrişî wan bikin.

Wê rêxistinê her wiha hişyarî daye berpirsên Wezareta Parastinê ya Îraqê jî ku alîkariya wan hêzên "biyanî" nekin.

Li gorî daxuyaniyên wan, êrişên vê komê welatên derdora Îraqê jî li xwe girtine.

Komê di 16 rojên borî de berpirsyariya 4 êrişan ragihandiye ku dihat îdiakirin bi dronan li ser Kuweyt, Behrên û Urdunê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst