Supaya Pasdaran: Welatiyekî bi çeka asayî mûşekeke krûz xist xwarê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Supaya Pasdaran Loristan Mûşek Çek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarana Îranê ragihand ki welatiyekî li parêzgeha Losristanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi çeka asayî mûşekeke krûz xistiye.

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a li parêzgeha Loristanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku welatiyekî ji navçeya Papiyê ya bajarê Xuremawayê ya parêzgeha Loristanê bi çekeke asayî mûşekeke krûz xistiye xwarê.

Li gorî daxuyaniya Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Loristanê, ev bûyer roja şemiyê çêbûye.

Mûşek ji cureya "AGM-158"ê bûye ku bi navê "JASSM"ê tê naskirin.

Ev mûşek yek ji mûşekên krûz ên herî bipêşketî ye û bi taybetmendiya xwe ya "xweveşartina ji radaran" tê naskirin.

Supaya Pasdaran derbarê hûrgiliyên xistina xwarê ya mûşekê de ev zanyarî dan:

"Piştî lêkolîna pisporên mûşekan, derket holê ku ji ber mûşek di bilindayiyeke kêm de firiye, wî welatiyî karîbûye nîşanê lê bigire û lê bixe."

Gule lê ket û teqiya

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî gule li mûşekê ketiye, berê wê guheriye.

Mûşek piştî ku li çiyayên navçeyê ketiye teqiye û têk çûye.

Ji 28ê meha borî ve şerê di navbera Îsraîl û Amerîkayê û Îranê de dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst