Li Rihayê Meclisa Ekolojiyê hat avakirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Saziyên sivîl û şaredariyan Meclisa Ekolojiyê ava kir / Wêne: Rûdaw
Saziyên sivîl û şaredariyan Meclisa Ekolojiyê ava kir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Riha Meclisa Ekolojiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya saziyên sivîl û şaredariyên DEM Partiyê Meclisa Ekolojiyê hat avakirin.

Li Rihayê 15ê Adarê bi beşdariya sazî û rêxistinên sivîl Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê hat avakirin.

Di nav wan saziyan de Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê, KESK, OHD, ÎHD, TMMOB - Ozgur Baretliler (Kumspiyên Azad), DEM Partî û komîsyonên şaredariyên DEM Partiyê cih digirin.

Meclisa Ekolojiyê dê li Rihayê hewl bide xebatên ekolojîk û parastina jîngehê birêxistin û xurt bike.

Meclis dê bi taybetî li ser mijarên wekî talankirin û rantxwariya mêrgan, zeviyên erdan û pirsgirêkên av û enerjiyê xebatan bimeşîne.

Nûnerên saziyên sivîl û endamên Meclisa Ekolojiyê li Hola Îbrahîm Ayhan a Şaxa KESKê ya Rihayê kom bûn.

Wan di vê civînê de avakirina Meclisa Ekolojiyê bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Mustafa Dewlemend ve hat xwendin.

Dewlemend ragihand ku ew bi vê kombûna xwe ji bo parastina jiyan, av, ax û paşeroja xwe îradeyeke hevpar diyar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst