Salih Mislim li Kobaniya hat veşartin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Salih Mislim Kobanî Veşartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislimê ku 11ê Adarê li Hewlêrê ji ber nexweşiya gurçikan canê xwe ji dest dabû, li Kobaniya zêdê xwe hat veşartin.

Gelek kesên ji nav siyaseta Kurdan beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Merasîm li Goristana Şehîd Dîcleyê bi rê ve çû.

Leyla Zana: An em dê azad bijîn an jî em dê azad bijîn

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di merasîmê de axivî û ev tişt gotin:

"Rêya hêviyê ya ku Salih Mislim vekiriye dê rêya me ronî bike. Divê êdî dawî li wan êşên me bê ku em bi sedsalan e dikişînin.

Ez wan şehîdan jî bi rêzdarî bi bîr tînim ku doh hatin oxirkirin. Em bi berdêlên mezin gihîştin vê qonaxê.

Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku an em dê azad bijîn an jî em dê azad bijîn.

Serok Apo qala yekîtiya demokratîk dike. Ji ber vê yekê divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Îro cîhan rûbirûyî krîzan e. Çimkî xelekeke ji agir heye. Lê dîsa jî yê ku bi hêvî ye gelê Kurd e.

Em dê hêviyên xwe zêdetir mezin bikin. Îro ji doh baştir e, sibe dê ji îro jî baştir bibe.

Em dê pişta xwe bidin gelê xwe. Dema ku em bi xwe bawer bin dê hemû cîhan rêzê li me bigire.

Em dê ji bo jiyaneke azad zêdetir bixebitin. Ew mirinê layiqî me dibînin lê nexêr, em jiyanê ava dikin."

“Em dê mîrata Heval Salih hilgirin”

Zanayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiyê û wiha pê de çû:

"Kobanî ji bo me mînak e. Ez di xizmeta vî gelî de me. Piştî vê pêvajoyê jî ez dê wisa bimînim.

Eger em bibin yek em hêzeke mezin in. Em dê pêşengiya jiyana azad bikin. Em amade ne ku bibin dostên hemû gelan.

Ez hêvîdar im em dê demên xwe yên herî xweş bi we re derbas bikin. Em bi Heval Salih re tevlî bernameyekê bûbûn.

Tevî ku di bêhngirtinê de zehmetî dikişand jî nedixwest xulekek jî vala biçe. Wî nedixwest ji bo gelê Kurd xulekek jî vala biçe.

Ez bawer dikim ku em dê paşerojê bi hev re ava bikin. Em dê mîrata ku Heval Salih hiştiye hilgirin.

Serê malbata Heval Salih û serê hemû gelê Kurd sax be."

Mezlûm Ebdî: Bû pêşengekî mezin ê siyaseta Rojavayê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji malbata Salih Mislim re sersaxî xwest û wiha axivî:

"Ez ji ber sekna wan a xurt spasiya wan dikim. Bavê Welat ne tenê kesayetiyek bû, ew pêşengê siyaseta Rojavayê bû.

Wî li hemberî rejîma Beasê berxwedaneke mezin nîşan da. Dema pêwîst bû wî ji bo parastina gelê xwe û bipêşxistina têkoşîna wan hemû berpirsyarî hildan ser milê xwe.

Dema pêwîst dikir di xebatên navneteweyî de cih digirt. Wî ji me hemûyan zêdetir û baştir hewl da ku dengê Rojavayê bide bihîstin.

Dema pêwîst dikir wekî Hevserokê PYDyê, dema pêwîst dikir jî wekî welatparêzekî têkoşîna xwe domand.

Bû pêşengekî mezin ê siyaseta Rojavayê. Îro em sozê didin Bavê Welat. Em dê têkoşînê bidomînin."

“Kurd dê li cihên ku lê ne xwe bi rê ve bibin”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ebdî bal kişand ser pêvajoya nû ya li Rojavayê Kurdistanê û wiha dewam kir:

"Îro ji bo vê, xebat tên kirin. Ev ji bo me serdemeke nû ye. Wekî HSD em dê tiştê ku dikeve ser milê me bikin.

Em dê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Divê Hikûmeta Şamê jî berpirsyariya xwe pêk bîne.

Divê gelê me yê ku koçber bûye vegere. Divê cenazeyên hevalên me yên şehîd werin dayîn.

Sala 2012an li vê derê pêvajoya şoreşa Rojavayê dest pê kir. Di nav van salan de xebatên gelekî mezin hatin kirin.

Lê em bi berdewamî rûbirûyî êrişan man. Bi ser de jî têkoşîneke mezin hat dayîn.

Me di pêvajoya Kobaniyê de çawa berxwedan kiribe em dê îro jî heman berxwedanê nîşan bidin.

Divê em hemû xwe ji bo pêvajoya heyî amade bikin. Kurd dê li cihên ku lê ne xwe bi rê ve bibin.

Li pêşberî şehîdan wekî ku 14 salan têkoşîn hatibe dayîn em dê îro jî vê têkoşînê bidomînin. Ev pêvajoyeke nû ye.

Me ji bo parastina qadên xwe gelek şehîd dan. Em dê ji bo parastina qadên xwe her tim amade bin.

Werin em wê heqîqeta ku Rêveberiya Xweser ava kiriye bikin mînak.

Di serî de Bavê Welat em sozê didin hemû hevalên şehîd. Em dê ji bo azadiya gelê xwe têbikoşin."

Bakirhan: Heval Salih dîplomatekî mezin û şoreşgerekî mezin bû

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî di merasîmê de axivî û got:

"Em bi Salih Mislim re gelekî xebitîn. Heval Salih dîplomatekî mezin û şoreşgerekî mezin bû.

Ne tenê ji bo şexsê xwe, ji bo hemû gelê Kurd xebitî. Ji bo gelê Bakur Orhan Dogan û Mehmet Sîncar kî bin ji bo Rojavayê jî Salih Mislim ew e.

Rêya te vekirî be Heval Salih. Serê gelê Kurd sax be."

Ayşe Efendî: Heta bêhna xwe ya dawî ez dê têkoşînê bidomînim

Hevjîna Salih Mislim, Ayşe Efendiyê jî bi van gotinan Mislim oxir kir:

"Em ji vir silavan li Serok Apo dikin. Te bi Bavê Welat û kurê wî Şehîd Şervan re hevaltiyê kir.

Hevaltiyeke te ya mezin bi Bavê Welat re hebû. Ji ber vê yekê ez spasiya we her duyan dikim.

Nameya ku te ji bo Bavê Welat şandiye li ser serê me ye. Em wekî gelê Kurd ê çar parçeyan serbilind in.

Serê gelê me sax be, em dê bi we re têkoşînê bidomînin.

Min di merasîma cenazeyê ya Şehîd Şervan de çawa soz dabe îro di merasîma cenazeyê ya rêhevalê xwe de heman sozê didim.

Ez dê bi gelê xwe re heta bêhna xwe ya dawî têkoşînê bidomînim. Ez spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikim ku heta xuleka dawî bi Salih Mislim re têkoşîn kir."

Piştî merasîmê termê Salih Mislim li Goristana Şehîd Dîcleyê li kêleka kurê wî Şervan Mislim hat binaxkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst