Qamişlo (Rûdaw)- Parêzgarê Hesekê Ehmed Zehal el-Elî îro serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir û tevlî çalakiyên Partiya Baes li bajêr bû.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku parêzgarê Hesekê îro bi hevaltiya berprisên şaxê parêzgeha Hesekê yê Partiya Baes û fermandarê polîsê parêzgeha Hesekê, serdana bajarê Qamişlo kir.
Parêzgarê Hesekê tevlî çalakiyeke Partiya Baes bû ku ji aliyê xwendekarên her du dibistanên el-Kerame û Hatim el-Tayî ya seretayî li navenda rewşenbîriya erebî li nav Qamişlo hat lidarxistin.
Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, çalakiya Partiya Baes bi pêşwazîkirina parêzgarê Hesekê li ber avahiya navndê destpêkir.
Di çalakiyê de destpêkê sirûda niştimanî ya Sûriyê “Humat el-Diyar” û ya Partiya Baes “Ya Şebab el-Uribî Heya” hatin pêşkêşkirin. Xwendekaran çend stran û helbest pêşkêş kirin, herwiha çend mamosta hatin xelatkirin.
Li gor zanyariyan, ji bilî dezgehên ewlekariya rejîmê, 4 hezar leşkerên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo hene, ew jibilî hêzên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê. Di demekê de ku PYDê Qamişlo wek navenda Kantona Cizîrê ragihandiye.














