Bihar hat Colemêrgê: Ajeldar kêfxweş in

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Bihar Ajeldarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê êdî zivistan diqede û bihar dest pê bike.

Bihar hatiye, berfa li deşt û zozanan hêdî hêdî dihele û mêrg û çêrîgeh şîn dibin.

Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ajeldarên ku 5-6 mehan ajelên xwe di tewl, gom û axuran de xwedî dikin bi hatina biharê re kêfxweş in.

"Spas ji Xwedê re bihara me hatiye"

Ajeldar Salih Kartal got:

“Em nêzîkî 4-5 mehan in di nav zivistan û berfê de ne. Spas ji Xwedê re bihara me hatiye.

Me jî pezê xwe ji bo çêrandinê anî. Em ji vê yekê gelekî bextewar in.”

Ajeldar êdî ajelên xwe li quntara çiyayên bilind diçêrînin û ji xerciyên kayê û êm xilas bûne.

"Bi hezaran heywan derketin mêrgê"

Ajeldar Hurşît Îşleyen jî anî ziman:

“Zivistanê heywan di tewleyê da dimînin û mesrefa wan zêde ye.

Li herêma me bi hezaran heywan derketin mêrgê. Em kêfxweş in ku wan li mêrgê diçêrînin.”

Li Colemêrgê ajeldarî sektoreke girîng a debara welatiyan e.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan li Colemêrgê 688 hezar û 466 pez û 34 hezar û 545 dewar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst