Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Ez hêvî dikim ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê belav kir
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê ji bo hemû pêkhateyan wekî welatê bihevrejiyan, efû û hevdûqebûlkirinê bimîne.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn ku ew dê her wekî piştgir û parastvanê maf û daxwazên rewa yên Êzîdiyan bimînin.
Çarşema Sor
Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî ku wekî “Çarşema Sor” tê naskirin, yek ji cejnên herî pîroz û kevnar ên dînê Êzîdiyan e.
Ev cejn her sal roja çarşema ewil a meha nîsanê (li gorî salnameya Rojhilatî) tê pîrozkirin.
Kurdistan welatê bihevrejiyanê ye
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Cejna Sersala Êzîdiyan li hemû xuşk û bira û hevwelatiyên me yên Êzîdî yên li Kurdistan, Îraq û li her derê cîhanê bin, bi germî û ji dil pîroz dikim.
Ez hêviya cejneke aram û tijî xweşî ji bo hemûyan dixwazim. Hêvîdar im ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.
Di vê helkeftê de, careke din xuşk û birayên xwe yên Êzîdî piştrast dikim ku wekî her dem Herêma Kurdistanê dê welatê pêkvejiyan, efû û hevdûqebûlkirinê ji bo hemû pêkhateyan bimîne.
Her wiha em dê her wekî piştgir û parastvanê maf û daxwazên wan ên rewa bimînin.
Sersala hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse