Hewlêr (Rûdaw) - Li Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke 15 salî hate revandin.
Dayika wê keçikê vîdeoyek ji Rûdawê re şand û diyar kir ku "Tevgera Ciwanên Şoreşger" keça wê revandiye.
Dayikê da zanîn ku wê li Kobaniyê serdana gelek navendan kiriye lê ti aliyî alîkariya wê nekiriye.
"Bêyî razîbûna malbatê hatiye biçekkirin"
Navê wê keça 15 salî Nadiya Îbrahîm Şêx Mihemed e.
Dayika Nadiyayê ragihand ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger keça wê revandiye û wan ew keçik ji bo mebestên leşkerî biriye nav refên xwe.
Li gorî zanyariyên malbatê, Nadiya bêyî razîbûna malbatê hatiye biçekkirin.
Biçekkirina zarokan binpêkirina yasayên navneteweyî û yên Rêveberiya Xweser e.
Ji ber ku yasayên Rêveberiya Xweser biçekkirina zarokên bin 18 salî qedexe dikin.
Êrişî dayikê kirin
Dayika Nadiyayê got, "Me serdana navenda Ciwanên Şoreşger a li Kobaniyê kir.
Lê li şûna ku daxwaza me bi cih bînin, endamên tevgerê bi li min û hevjînê min xist."
Dîmenên vê bûyerê li medyaya civakî belav bûn.
Di dîmenan de bi eşkere tê dîtin ku li ber deriyê navendê êrişî dayika Nadiyayê dikin
Endamên tevgerê bi tundî wê pal didin û ew ji wir derdixin.
Bangî Mezlûm Ebdî kir
Dayika Nadiyayê di vîdeoyê de diyar dike ku Tevgera Ciwanên Şoreşger keça wê biriye Hisîçayê.
Wê bangî Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî kir û jê xwest ku keça wê vegerîne malê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse