Çend dîlên HSDyê di destê hikûmeta Sûriyeyê de ne?

2 demjimêr berê
Nûşîn Hemê
Nîşan HSD Şervan Dîl Bihevguhertina Dîlan Ehmed Hîlalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 300 girtiyên HSDyê li cem hikûmeta Sûriyeyê mane û ew dê di demeke nêzîk de werin azadkirin.

Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re diyar kir ku di pêvajoya berdanê de bipêşketineke berbiçav heye û heta niha ji her du aliyan zêdetirî 1500 girtinyan hatine berdan.

Hîlalî got ku nêzîkî 500 girtiyên din bi sûcên cuda di girtîgehên HSDyê de mane.

Her wiha derdora 300 dilên HSDyê jî hene ku dê di demeke nêzîk de werin berdan.

Hîlalî derbarê dema azadkirina wan de jî got, "Em di qonaxên dawî yên temamkirina vê dosyayê de ne."

1070 girtî û winda hebûn

Beriya niha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî gotibû ku 1070 girtî û windayên wan li cem hikûmeta Sûriyeyê ne.

Encûmena Malbatên Şehîdan a Kobaniyê jî ji Rûdawê re ragihand ku tenê ji Kobaniyê 100 girtî hene ku navên wan hatine belgekirin.

Zêdetirî 200 şervanan tên azadkirin

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed doh ji Rûdawê re ragihandibû ku di demeke nêzîk de dê zêdetirî 200 dîlên HSDyê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve werin berdan.

Nûredîn Ehmed diyar kir ku 13ê Nîsana 2026an, 34 girtî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatine berdan.

Li gorî agahiyan, dê di demeke nêzîk de zêdetirî 200 dîlên HSDyê yên li cem hikûmeta Sûriyeyê bên azadkirin.

Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku xebatên ji bo girtina vê dosyayê di demeke herî kurt de didomin.

Ehmed derbarê kesên winda de jî got ku dê ji bo şopandina vê mijarê komîte werin avakirin.

Ew komîte dê ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên winda bixebitin.

Bihevguhertina dîlan

Di vê dema dawî de, di çarçoveya bicihanîna peymanê de 3 qonaxên azadkirina dîlan hatin kirin:

Qonaxa yekem: 10ê Adara 2026an hat kirin. Tê de 100 kesên li cem hikûmeta Sûriyeyê li hemberî 100 kesên li cem HSDyê hatin berdan.

Qonaxa duyem: 19ê Adara 2026an hat bicihanîn. Tê de 300 girtiyên li cem hikûmetê û 300 girtiyên li cem HSDyê hatin berdan.

Qonaxa sêyem: 11ê Nîsana 2026an hat kirin. 397 girtiyên li cem hikûmetê li hemberî 91 girtiyên li cem HSDyê hatin azadkirin.

Li gorî vê amarê, ji hejmara ku Fermandarê Giştî yê HSDyê ragihandibû heta niha 797 kes hatine azadkirin.

Hîn 273 dîlên HSDyê li cem hikûmeta Sûriyeyê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst