Bavê Gulistan Dokuyê: Ez hestiyên keça xwe dixwazim

15-04-2026
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Gulistan Doku Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Di doza xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de ku 6 sal in winda ye û ti kes nizane çi bi serê wê hatiye, bipêşketineke girîng rû da.

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê li 7 bajaran 13 kes wekî gumanbar hatin desteserkirin.

Piştî 6 salan vê pêşhateya girîng hêviya malbata Dokuyê jî geş kir.

Malbata Dokuyê ji destpêka windabûna wê ve heta îro dibêje Gulistan hatiye kuştin.

Ew bawer nakin ku keça wan bi xwe winda bûye û tekez dikin ku ew hatiye windakirin.

Zeînal Abarakov û kurê waliyê berê hatin desteserkirin

Di lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de bi operasyoneke hevdem li 7 bajaran 13 kes hatin desteserkirin.

Di nav kesên desteserkirî de hevalê Gulistanê Zeînal Abarakov, kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ê bi navê Mustafa Turkay Sonel û polîsên malnişîn jî hene.

Ev her 13 gumanbar ji bo lêpirsînê ji bo Dêrsimê hatin şandin.

Piştî windabûna Gulistan Dokuyê, Zeînal Abarakov hatibû desteserkirin lê paşê bi şertê kontrola dadî hatibû berdan.

Vê bipêşketina nû piştî 6 salan hêviya malbata Dokuyê ya ji bo edaletê careke din mezin kir.

Daxuyaniya Wezîrê Dadê

Piştî desteserkirinan Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:

"Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Dokuyê de, ji hêla Serdozgeriya me ya Komarê ya Dêrsimê ve gaveke girîng hat avêtin.

Di encama xebatên piralî de biryarên desteserkirinê hatin pêkanîn.

Ev lêpirsîna ku di wijdana gel de şopeke kûr hiştiye, bi her awayî ji nû ve tê nirxandin.

Bêyî ku ti guman û îdia bên piştguhkirin û encam biçe kîjan derê bila biçe, bi biryardarî tê lêkolînkirin."

Gurlek di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî zimên ku ew hevxemê êşa malbatê ye û spasiya serdozgerî û hêzên ewlehiyê kir ku bi fedakarî dixebitin.

Gurlek her wiha tekez kir ku heta ti kiryar nediyar nemînin dê hemû derfetên hiqûqê bi kar bînin.

Dosye wekî dosyeyeke kuştinê tê nirxandin

Parêzerê Doza Gulistan Dokuyê Alî Çîmen jî li ser pêşhateyên dawî axivî û destnîşan kir ku lêpirsîneke bibandor tê meşandin. Çîmen got:

“Dosyeya me êdî wekî dosyeyeke kuştinê tê nirxandin. Hemû daxwazên me hatin qebûlkirin.

Li gorî me ev pêla ewil a lêpirsînê ye. Biryarên desteserkirinê hatine dayîn, ev biryar jî ji bo girtina wan kesan in.

Lê di halê heyî de hinek gumanbarên ku nehatine girtin jî hene.

Li ser dosyeyê biryara nepenîbûnê jî heye, ji ber wê ez nikarim hûrgiliyan bidim.”

"Ez hestiyên keça xwe dixwazim"

Bavê Gulistanê Xalîd Doku hestên xwe wisa anîn zimên:
“Ez gora keça xwe dixwazim. Ez hestiyên keça xwe dixwazim.

Eger ez hestiyên keça xwe bibînim ez ê ji vir herim. Ez spasiya hemû kesan dikim.”

Dayîka Gulistanê Bedriye Dokuyê jî got, “Wan hemû delîlên keça min jê birin lê edaleta Xwedê mezin e.

Xwedê ji vê dozgerê razî be, Xwedê ji Wezîrê Dadê razî be. Keda kê hebe Xwedê ji hemûyan razî be.”

Gulistan Doku çawa winda bûbû?

Gulistan Dokuyê xwendekara pola 2yemîn a Beşa Bipêşketina Zarokan a Zanîngeha Munzurê bû.

Ew 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ji şevîmana zanîngehê derketibû û piştî wê rojê ti xeber jê nehatibû wergirtin.

Tevî lêgerînên bi rojan jî nehatibû dîtin û paşê xebatên lêgerînê bi dawî bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst