Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji ber wergirtina baweriyê wekî Serokwezîrê nû yê Îraqê pîrozbahî li Elî Falih Zeydî kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û ji bo xebata hevbeş a li gel Bexdayê ya li ser bingeha destûrê amade ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyameke pîrozbahiyê de ragihand:
"Ji ber wergirtina baweriya Parlamentoya Îraqê û destbikarbûna kabîneya wan, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî birayê xwe yê ezîz Serokwezîrê Îraqa Federal Birêz Elî Falih Zeydî dikim."
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku destbikarbûna kabîneya nû bibe "destpêka qonaxeke nû ya aramî û bipêşketinê ya ji bo hemû Îraqê."
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û got:
"Em li Herêma Kurdistanê, amadehiya xwe ya tam ji bo xebata hevbeş a li gel hikûmeta federal û li ser bingeha destûrê û hevbeşiya rasteqîn û hevsengiyê ducare dikin."
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku armanca vê hevkariyê çareserkirina hemû pirsgirêkan û dabînkirin û parastina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan e.
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku Îraq welatekî dewlemend e û xwedî şiyan e û li pey çû:
"Îraqî bi hemû pêkhateyên xwe ve hêjayî jiyaneke birûmet, xizmetguzariyên baştir û ewlehî û aramiya berdewam in."
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de baweriya xwe anî ziman ku bi hewlên hemû aliyan û bi "ruhê berpirsyariyê yê lihevhatin û hevkariya niştimanî" dikare ber bi paşerojeke baştir ve gav bên avêtin û bi hev re rûbirûyî hemû pirsgirêk û dijwariyan bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse