Yek ji aliyên herî bêhtir ji hewla darbeya ziyan dîtî jî çapemenî ye

15-07-2018
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Rewşa Awarte Darbeya Leşkerî Medya
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Di salvegera duyemîn a hewla darbeya 15ê Tîrmehê de hîn jî encamên wê tên niqaşkirin. Bê gûman yek ji mexdûrên vê hewla darbeyê jî xebatkarên çapemeniyê ne. Nûnerên saziyên çapemeniyê bi rabûna rewşa awarte kêfxweş in lê ew bi ihtimala berdewamiya zext û zoriyan jî bi xem in.

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji aliyên herî bêhtir ji hewla darbeya 15ê Tîrmehê ziyan dîtî jî çapemenî ye.


Piştî hewla darbeyê rewşa awarte hatibû ragihandin, hikûmetê bi saya biryarên rewşa awarte 70 rojname, 18 televîzyon, 25 radyo û 20 kovar girtin. Bi sedan rojnameger bê kar man. Lê Serokê Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD)  digel tevahiya zextan hîn jî bi hêvî ye.


Derbarê vê mijarê de Serokê ÇGDê Can Guleryuzlu ji Rûdawê re wiha got: “Bi ya min zext çiqas zêde bibin dê nasnameya rojnamegeriyê ewqas ber bi nasnameya xwe ya rast ve vegere. Wê kesên ku ne rojnamegerên rast in vegerin ciyê xwe. Wê rojnamegerên rast jî seknên xwe yên bi rûmet û rojnamegeriya gel berdewam bikin. Ji ber vê yekê her ku zext zêde bibin em ê jî weke komele bêhtir xwedî li rêgezên rojnamegeriyê derkevin.”


Berdevkê Serokomartiya Tirkiyê Îbrahim Kalin da xuyakirin ku dê rewşa awarte di 18ê tîrmehê de were rakirin. Cîgira serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS)  bi xem e û dibêje her çiqas rewşa awarte rabe jî dê zext û zordariyên li ser çapemeniyê berdewam bikin.


Cîgira Serokê TGSê Esra Koçak jî wiha axifî: “Gelo dê wisa berdewam bike? Mixabin xûyaye ku dê hîn demeke din jî wisa berdewam bike. Em dibînin ku bi niqaşên li parlamentoyê ango bi bêbandorkirina parlamentoyê jî mixabin gelek alavên midaxeleyê jî kêmtir dibin.”


Piştî rabûna rewşa awarte dê ji bo dezgehên çapemeniyê rêyên hiqûqî werin vekirin. Tê payîn ku piştî dadgehkirinê hinek mexdûriyet ji holê werin rakirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst