Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê eşkere kir, "Ji aliyê rayedarên NATOyê ve di çarçoveya rûdanên dawî yên li herêma me de, biryara vekişîna 'Mîsyona NATOyê ya Îraqê' hat dayîn."
Wezaretê her wiha got, "Li gorî vê biryarê, tehliyekirina karmendên me yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên ku li Bexdaya paytexta Îraqê wezîfedar bûn ji bo welatê me bi serkeftî hate kirin."
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk di civîna agahdarkirinê ya heftane ya li wezaretê de axivî.
Baregeha Şaxartêşa Pirneteweyî ya NATOyê
Akturk derbarê Baregeha Şaxartêş a Pirneteweyî ya NATOyê de ku tê plankirin were avakirin zanyarî dan û got:
"Wezareta me 2023yan di çarçoveya Plana Herêmî ya Başûrrojhilatê NATOyê de ji bo avakirina Baregeha Şaxartêşê de ferman dabû û ev niyeta me 2024an pêşkêşî NATOyê hatibû kirin.
Di vê çarçoveyê de, ji bo dabînkirina pêdiviyên baregeha ku tê plankirin di bin fermandariya generalekî Tirk de were avakirin, Fermandariya Şaxartêşa 6an hat wezîfedarkirin û tayînkirinên pêwîst ên kadroyên neteweyî hatin kirin."
Vekişîna ji Bexdayê
Akturk her wiha da zanîn ku karmendên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên ku li Bexdaya paytexta Îraqê wezîfedar bûn, di çarçoveya biryara vekişîna Mîsyona NATOyê ya Îraqê de hatine tehliyekirin.
Akturk di berdewamiya daxuyaniya xwe de cih da van gotinan:
"Ji aliyê rayedarên NATOyê ve di çarçoveya rûdanên dawî yên li herêma me de, biryara vekişîna 'Mîsyona NATOyê ya Îraqê' hat dayîn.
Li gorî vê biryarê, tehliyekirina karmendên me yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên ku li Bexdayê wezîfedar bûn ji bo welatê me bi serkeftî hate kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse