URMIYE - Di qezayeke trafîkê de 3 kes mirin, 2 jî birîndar bûn

15-07-2025
RÛDAW
Nîşan Urmiye Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Birêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku qeza destê sibehê li ser rêya sereke ya di navbera Urmiye û Mehabadê de çêbûye.

Birêvebirê Heyva Sor a parêzgeha Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî got:

“Otomobîlekê piştî ku şofêrê wê kontrol ji dest daye, ji rê derketiye û wergeriyaye.

Ji ber vê 3 kes ji rêwiyên otomobîlê mirine û 2 kes jî birîndar bûne.”

Hemîd Mehbûbî da zanîn ku tîmên tenduristiyê birîndar birine nexweşxaneyan.

Wan term jî şandine Saziya Bijîşkiya Dadî ya Urmiyeyê.

Li gorî amarên fermî yên Bijîşkiya Dadî ya Îranê ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an ango di nava salekê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst