Hêzên ewlehiyê yên Amêdiyê li ser êrişa li Qada Petrolê ya Sersingê daxuyanî da

15-07-2025
RÛDAW
Nîşan Qada Petrolê ya Sersingê Amêdî Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Danê sibehê êrişî Qada Petrolê ya Sersingê ya li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê hat kirin.

Çavkaniyeke ji hêzên ewlehiyê yên Amêdiyê ragihand ku ew nizanin êrişê ji kû hatiye kirin.

Kompanyaya Amerîkî ya Petrolê HKNya ku li qadê dixebite di daxuyaniyekê de piştrast kir ku îro derdora saet 07:00an li Qada Petrolê ya Sersingê teqînek çêbûye.

HKNyê ragihand ku wan hilberîn rawestandiye.

Efserê payebilind ê ewlehiyê yê Amêdiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Êrişê ziyanên madî gihandine lê ti ziyanên canî çênebûne.”

Li gorî heman çavkaniyê, heta niha nehatiye zanîn ka êriş bi dronan hatiye kirin an ji ber sedemeke din e lê ya diyar ew e ku teqînek çêbûye û lêkolînên berfireh berdewam dikin.

Doh bi şev jî Qada Petrolê ya Xurmeleyê ya stratejîk a li Hewlêrê bi 2 dronan hat hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, di êrişê de ti zererên canî çênebûne.

Li ser bûyerê şeva borî Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de gotibû:

“Êvara îro saet 20:20 û 20:25an 2 dronên bombebarkirî li Qada Petrolê ya Xurmeleyê ya parêzgeha Hewlêrê ketin. Xweşbextane, ti ziyanên canî jê çênebûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst