Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pêncwênê di xaniyekî kirê de, zarokekî 10 salî bi laşekî westiyayî lê bi îradeyeke ji pola li dijî nexweşiyeke kêmpeyda têdikoşe.
Mihemed Hawkar bi nexweşiya helîna demar û masûlkeyan ketiye lê nexweşiya wî rê li ber xeyalên wî negirtiye û ew li dibistanê jî mînaka zîrekiyê ye.
"Hema ku ez datanîm ez diketim"
Nîşanên nexweşiya Mihemed ji 4 mehîtiya wî ve derketine.
Mihemed bi vî awayî behsa nexweşiya xwe dike:
"Di 4 mehîtiya xwe de ez gelekî sist bûm, dema ez datanîm ez tim bi vî alî û wî alî de diketim, pişt re bijîşkan got ku nexweşiya helîna demar û hestiyan bi min re heye."
Mihemed niha diçe pola duyem a seretayî û li dibistana xwe yekem e.
Çavê wî li alîkariya temaşevanên Rûdawê ye û dibêje, "Ez ji temaşevanên Rûdawê daxwaz dikim ku alîkariya min bikin da ku ez bêm dermankirin."
Hêviyek li derveyî welêt
Dê û bavê Mihemed li navxweyî welêt li hemû deriyên dermankirinê xistiye lê bersiva bijîşkan her tim tiştek bûye:
"Li vir şansê wî nîne, tenê hêviyek mabe ew jî li derveyî welêt e."
Dayîka Mihemed Behar Hesen bi girî û hêvî ji Rûdawê re axivî û got:
"Hêviya min ew e ku jiyana wî ya herî xweş hebe û Xwedayê mezin alîkariya me bike ku em wî ji bo dermankirinê bibin derveyî welêt."
Qelevanekî wêrek ê li ser kursiyê gerok
Mihemed piştî ku dersên xwe diqedîne, bi kursiyê xwe yê gerok diçe nav kolanê.
Li wir hevalên wî li benda wî ne da ku bi hev re futbolê bilîzin.
Ji bo Mihemed, gok ne tenê lîstik e, ew ji bo jibîrkirina êşên wî kêliyek e.
Mihemed dibêje, "Ez dibim qelevan çimkî şiyana min a şûtavêtinê nîne û ez li ser kursî me."
Ehmed Omerê ku yek ji hevalên Mihemed e, bi hestyarî qala hevalê xwe dike û dibêje:
"Em hemû ji Mihemed hez dikin, em ji temaşevanên Rûdawê daxwaz dikin ku alîkariya wî bikin da ku baş bibe, ji bo ku em bi hev re zêdetir bilîzin."
Malbateke hejar û pişkinînên li bendê
Ew bijîşkê ku bi salan çavdêriya rewşa tenduristiya Mihemed dikir, koça dawî kiriye.
Bijîşkê wî yê nû ji Rûdawê re ragihand ku ji bo diyarkirina hûrgiliyên cureyê nexweşiya wî, pêwîstiya wan bi çend pişkinînên nû heye.
Lê malbata Mihemed kirêdar e û rewşa wan a darayî xerab e, şiyana wan a dayîna mesrefê wan pişkinînan jî nemaye.
Niha Mihemed di navbera êşa laşê xwe û xeyala başbûnê de, li benda destekî dilovan e da ku careke din karibe li ser pêyên xwe bisekine û li şûna qelevaniyê, baz bide û ji bo xeyalên xwe golan biavêje.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse