Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di encama kar û xebatên jeoradarê de serşokeke serdema Romayê hat dîtin ku dîroka wê vedigere heta 1700 sal berê.
Li gundê Hersinkê kar û xebatên kolanê berdewam dikin û tê pêşbînîkirin ku herêm cihê nîştecihbûnê ye.
“Beşên wê yên sar, germ û şîrgerm hene”
Birêvebirê Çand û Geştyariyê ya Xarpêtê Ahmet Demîrdag li ser vê seroşokê got:
“Me di 70 metreyî li beşa başûrê mozaîka binî de şûnwarekî girîng dît.
Em dikarin bibêjin ev yekemîn serşoka Romayê ye ku li vê herêmê hatiye dîtin.
Ji aliyê taybetiyên xwe ve, ji bo çîna birevebirên herî astbilind ên wê serdemê hatiye çêkirin.
Dişibe hemama me ya klasîk, beşên wê yên sar, germ û şîrgerm hene û ji binî ve tê germkirin. Ji aliyê teknîka wê serdemê ve tiştekî bipêşketî ye.”
Serşoka hatiye dîtin 75 metreçargoşe ye.
3 beşên wê, odeyên xwêhdandanê, hawiz û kanalên ava paqij û qirêjî hene.
“Ev serşok taybet û girîng e”
Berbirsê Qada Kolanê Emre Çayir jî ev agahî dan:
“Beşên wê yên germ, sar û şîrgerm bi endezyariyeke baş gehiştine heta roja me.
Sîstema wê ya ku ji binî ve germ dike taybet e bi Romayê û heta roja me jî ev taybetî hatiye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ev serşok taybet û girîng e.”
Sala 2023yan li gundê Hersinkê dema cotkarekî li zeviya xwe dar diçandin rastî beşeke mozaîka serdema Romayê bûbû û li ser egera berhemên din bi kordîneya Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê karê kolanê dest pê kir.
Di vê çarçoveyê de ji bo lêgerînê-jeoradarê 30 donim zevî hatiye veqetandin û kar berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse