Parêzgarê Dêrsimê li ber stranên Kurdî govend gerand

15-08-2025
Ali Haydar Gozlu
Parêzgarê Dêrsimê li ber stranên Kurdî govend gerand / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Parêzgarê Dêrsimê li ber stranên Kurdî govend gerand / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Festîvala Mamekiyê Dêrsim Şefîk Aygol
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol, di merasîma vekirina Festîvala Mamekiyê de li ber stranên Kurdî tevî xelkê govend gerand.

Festîvala Mamekiyê ya ku ji aliyê Parêzgariyê Dêrsimê ve tê lidarxistin, bi merasîmekê li Kolana Hunerê dest pê kir.

Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol û hevjîna wî Nazli Aygol jî beşdarî vekirinê bûn.

Xelkê bi erbaneyan pêşwaziya wan kir.

Şefîk Aygol piştî gerandina govendên gelêrî, axaftinek kir û got,

"Me nexwest bi axaftinên dirêj xelkê aciz bikin. Me xwest li gel huner û xwezayê, bedewî jî hebe.

Ya herî girîng jî me yekîtî û hevgirtin xwest."

“Em di vê festîvalê de siyaset û cihêtiyê naxwazin”

Şefîk Aygol diyar kir ku ew di festîvalê de siyaset û cihêtiyê naxwazin û wiha pê de çû:

"Em di van festîvalan de teqez siyasetê naxwazin. Em teqez cihêtiyê naxwazin.

Em bi vê festîvalê esnafên xwe difikirin ku 8 mehan li benda dahata hevwelatiyên me yên ji derve ne.

Armanca me ew e ku xelkê ku xwedî li xwezaya xwe derdikeve, bi hezkiriyên xwe re bigihîje hev.

Îro şikir ji Xwedê re, li çiyayên me bextewarî heye. Îro me agahî wergirt ku 3 malbatên me ji Stenbolê vegeriyane û li gundên xwe bi cih bûne.

Em behsa Tirkiyeya bêteror û aramiya gelê xwe dikin.

Armanca yekane ya vê festîvalê dê yekîtî û hevgirtina me be."

Festîval dê  3 rojan bi konser, lîstikên zarokan,  pêşandanên motorsîkletan û çalakiyên cuda yên çandî û hunerî bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst