Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê Gundê Bankî yê li ser sînorê navçeya Batifa bombebaran kirin û di encama bombebaranê de zerar li 3 mal û otomobîlekê bû.
Derbarê êrişê de ji şêniyên gundê Bankî yê bi navê Remezan Bankî ji Rûdawê re axivî û got, "Îro danê sibehê topxaneya Tirkiyê navenda gund topbaran kir.”
Remezan Bankî derbarê ziyanan de jî got: “Ti ziyanekî canî nebûye, lê ziyanên madî bi sê mal û otomobîlekê bûne."
Her li ser vê mijara topbarankirinê, Rûdawê peywendî bi Rêveberê Nahiya Batîfayê Ferhad Mehmûd re kir, lêbelê ew amade nebû.
Di nava vê heftiyê de duyemîn car e ku ew gund tê topbarankirin.
Ev pênc meh in Tirkiye dest bi operasiyoneka berfireh li deverên sînorî yên parêzgeha Duhokê kiriye û heta niha çar gund hatine valakirin û du hemwelatiyên sivî hatine kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse