EFRÎN - 'Daristan tên tunekirin û avahî tên lêkirin'

15-09-2025
Hisên Omer
Nîşan Efrin Birîna Daran Tunekirina Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê "dar tên birîn û li şûna wan avahiyên nû tên çêkirin."

Endezyarekî avasaziyê ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, "dar û daristan bi awayekî berfireh tên birîn û li şûna wan avahiyên qaçax tên avakirin."

Heman çavkaniyê da zanîn ku bi taybetî li herêmên rojavayê Efrînê ku deverên daristanî û çandinî ne, dar tên birîn û zevî ji bo avakirinê tên amadekirin.

Heman çavkaniyê got, “Li navenda bajarê Efrînê jî li hinek deverên ku avahî lê qedexe bûn, niha bi awayekî neyasayî avahî tên çêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst