DÊRSIM - Li Geliyê Munzûrê mirov û otomobîl bandoreke xirab li jiyana kovî dikin

15-09-2025
Ali Haydar Gozlu
Pezkoviyek/Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Pezkoviyek/Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Nîşan Dêrsim Muzûr Pezkovî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li Geliyê Munzûrê yê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê mirov û otomobîl bandoreke xirab li jiyana kovî dikin.

Keriyê pezkoviyan yên ku xwe ji çiyayên Dêrsimê berdidin ser Çemê Munzûrê piraniya caran ji ber tirsa mirov û otomobîlan nikarin xwe bigihînin avê û paş de direvin.

Qerebalixiya mirovan û çûn û hatina otomobîlan a li Geliyê Munzûrê zerarê dide jiyana kovî û metirsiyê li ser ajelan çêdike.

"Zexteke zêde ya mirovan heye"

Endamê Komîsyona Jîngeh û Hiqûqa Bajêr a Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê Bariş Yildirim got:

"Li herêmeke hewqasî girîng zexteke zêde ya mirovan heye.

Li gorî amarên fermî, ji meha Gulanê ve zêdeyî 2 milyon û 340 hezar otomobîl hatine vê herêmê.

Divê ev çûn û hatin bê kontrolkirin. Cihê ku em jê re dibêjin parka neteweyî jî jîngehek e, ango jîngeha ajeldaran e.

Divê ev jîngeh werin parastin lê li vir bi awayekî beredayî pîknîk tên kirin, bi awayekî beredayî dar tên birîn û gilêşê li dû xwe dihêlin.

Ev yek zerarên cidî dide ekolojiya jiyana kovî û dibe sedema têkçûna jîngehê û stresê.”

Welatiyên Dêrsimê jî ji bo parastina pezkoviyan ji berpirsên bajêr daxwaza wergirtina tedbîrên pêwîst dikin.

"Pezkovî ji tirsa newêrin avê vexwin"

Welatî Kemal Yildiz ji bo wergirtina tedbîran bangî rayedaran kir, "Li derve li gel gelek mirovên biyanî gelek wesayît hene.

Pezkovî jî ji tirsa mirov û otomobîlan newêrin avê vexwin. Ji bo parastina van ajelan divê rayedar tedbîran wergirin."

"Werin bibînin lê zererê nedin jîngehê"

Birsen Dalbaşê jî kêfxweşî û xwesteka xwe wiha anî zimên:

“Min hat dît û gelekî kêfa min jê re hat. Ti zerera van ajelan nîne. Werin bibînin, ji wan hez bikin, lê zererê nedin jîngehê.”

Geliyê Munzûrê li Bakurê Kurdistanê herêma herî dewlemend a jiyana kovî ye.

Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê li ser 42 hezar hektar erd hatiye ragihandin ku mazûvaniya bi dehan corên ajelên kovî yên wekî pezkovî, karxezal, piling, beraz, gur, kew û gelek corên din dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst