Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 endamên encûmena bajêr û hejmarek berpirsên şaredariyê bi tometa "gendeliyê" desteser kirin.
Serdozgerê Giştî yê Kirmanşanê Hemîdreza Kerîmî ragihand ku du endamên encûmena bajêr, serokekî şaredariya navçeyekê, birêvebirek û 2 karmendên şaredariyê bi tometa "wergirtina bertîlê" hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, kesekî din ê ku karê çêkirina avahiyan dike jî li gel wan hatiye desteserkirin.
Kerîmî diyar kir ku ew kes wekî komekê xebitîne û ji çavkaniyên giştî û projeyên şaredariyê pereyên zêde ji bo xwe birine.
Serdozgerê Kirmanşanê da zanîn ku lêpirsîn li ser kesên hatine desteserkirin tê kirin û 2 kes heta dema darizandinê bi kefaletê hatine berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse